Polîsan 20 cenazeyên din jî bi korsanî defin kirin

Li Şirnexê cenazeyê 20 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û nasnameyên wan nehatin diyarkirin, ji aliyê polîsan ve bi korsanî hatin definkirin.

Li Şirnexê cenazeyê 20 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û nasnameyên wan nehatin diyarkirin, ji aliyê polîsan ve bi korsanî hatin definkirin.

Li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de ji kesên ku jiyana we ji dest dane, cenazeyên 20 kesan ên nasnameyên wan nehatin diyarkirin li bajaroka Tilqabînê ya Silopiyayê ji aliyê polîsan ve bi awayekî korsanî hatin definkirin. Cenazeyên ku li Saziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor ê Xabûr dihatin ragirtin,ji aliyê polîsan ve hatin wergirtin û li Goristana Bêkesan a Tîlqabînê hatin definkirin. Polîsên Tirk  rê nedan ku xebatkarên şaredariyê û welatî biçin ser goristanê.

Li Silopiyayê beriya 3 rojan jî li Goristana Bêkesan a Taxa Ofîsê destpêkê 10, piştre jî 5 cenaze hatibûn definkirin. Bi vî rengî di nava 3 rojên dawî de 35 cenaze bi korsanî hatin definkirin.