Ji bo Hevşaredara Dihê ya ji wezîfeyê hatiye kirin çalakiya protestoyî
Ji bo Hevşaredara Dihê ya Partiya Herêman a Demokratîk Eda Kîlîs ku ji wezîfeyê hate kirin, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek çapameniyê hate dayîn.
Ji bo Hevşaredara Dihê ya Partiya Herêman a Demokratîk Eda Kîlîs ku ji wezîfeyê hate kirin, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek çapameniyê hate dayîn.
Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe de got: “Tu ne Eda Kîlîs, Kurdan ji wezîfeyê dike!”
Hevşaredarên Sêrtê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), rêveberên DBP/HDP’ê yên bajêr, ji bo Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariyê Salîh Ozer ên ji wezîfeyê hatin kirin, li ber Şaredariya Dihê daxuyaniyek dan.
Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs a ji wezîfeyê hatiye kirin, anî ziman ku wê ti êrîşên li dijî bajar, wekîl û şaredariyên Kurdan encam negire. Kîlîs got ji ber nikarin qeyûman bişînin, bi hincetên ku zarok pê dikenin ji wezîfeyê hatine kirin, wiha dewam kir: “Dewleta qirêj di vê pêvajoyê de çi dixwaze? Hewl dide îradeya gel bêbandor bike. Lê divê bila baş bizanibin ku her çiqasî werin ser me, em ê hê xurtir bibin û li ber xwe bidin.”
Hevserokê Yekîtiya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk û Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan jî diyar kir ku wê fêrî qetlîamên rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê nebin, wiha deewam kir: “Derdên wan ne pêşîgirtina rêxistinbûyin û bicihbûna rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê ye, ne jî ew e ku bê çawa zirarê didin mal û canê gel. Lenet li vê jiyanê bê, lenet li wan kesan bê ku Tirkiye ajotine nav kaosê, şer.”
Bakirhan bi bîr xist ku 106 şaredariyên DBP’ê ev 2 sal in her tim ji aliyê mufetîşan tên kontrolkirin, got: “Ava em vedixwin jî lêdikolin. Şukur, em serbilind in, ji 106 şaredariyan ti ji wan bi rant, dizîtiyê nehate sûcdarkirin, nehate darizandin û cezakirin.”
‘MEJIYÊ XWE BIXIN SERÊ XWE’
Bakirhan got wê rê nedin ev polîtîkayên hikûmetê ku bi îdîayên derew, nerast tên meşandin, wiha pê de çû: “Em ê li nirxên ku gel emanetî me kirine her çi dibe bila bibe jî xwedî derkevin. Ev zihniyeta ne qanûnî, bila nebêje wê dest ji van deran berdin û biçin. Tu ji Enqereyê, burokratên AKP’ê, li kû de dixwazin bi hincetên dixwazin şaredariyan digirin. Ev xizmetê ji demokrasî, aştiyê re nake. Mejiyê xwe bixin serê xwe. Dest ji dijminantiya Kurdan berdin. Dijmin li holê ye, dijminên hevpar e ku mirov li Balafirgeha Ataturkê qetil kirin. Ka wijdan.”
Bakirhan gotinên xwe wiha dom kir: “Tu ne Eda Kîlîs, Kurdan ji wezîfeyê dike! Ev pêkanînên kaosê ne. Eger gel ji şaredariyên DBP’î nerehet be, ka were va ye meydan. Werin em li Dihê sindoqan deynin. Bila bînin, bi tevahî derfetên Walî û Qeymeqaman namzet nîşan bidin. Ka em binêrin bê gel kê dixwaze.Hevalê me ji wezîfeyê dikin an jî nekin, ne derd e. Bi awayekî praktîkî wê hevşaredartî bidome. Ti kes nikare me bi rêyên ne rewa ji wezîfeyê bike, tenê gel dikare ji peywîrê bike.”
‘RÊVEBER WÊ WEZÎFEYÊN XWE BIDOMÎNIN’
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Abdûllah Çetîn jî îfade kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze têkçûna xwe ya 7’ê Hezîranê bi derbeyê telafî bike. Çetîn got AKP’e ji ber nikare bi siyasetê îradeya gelê Kurd têk bibe, hewl dide bi destlênedana û qeyûman ve xesp bike, got: “Yên bi hilbijartinê hatine tenê bi hilbijartinê diçin. Eger bi îmzeyek memûrekî hevşaredarên me ji wezîfeyê bên kirin jî wê bi awayekî praktîkî tevahî rêveberên me wezîfeyên xwe bidomînin. Îradeya gel ne bêxwedî ye.”