Leşkerên Tirk dest datînin ser xwarina gundiyên Licê

Êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Licê dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk, tevî êrîşan her wiha dest datînin ser erzaqê welatiyan û bi îdîaya "hûnê bibin ji terorîstan re" nahêlin, gundî erzaqê bibin gund.

Şerê li navçeya Licê ya Amedê, bi dijwarî dewam dike. Herêmên ji aliyê bi hezaran leşker û tîmên taybet ve hatine dorpêçkirin, bi çekên giran tên bombekirin. Ji aliyê din ve şêniyên gundên herêmê ji bo tedarikkirina pêdiviyên xwe tên sûkê, nikarin xwarinê derbasî nava gundan bikin.

Welatiyên ji xwe re madeyên xwarinê dikirin, li pêşiya gund tên sekinandin. Leşker û polîsên Tirk bi îdîaya "hûnê xwarinê ji terorîstan re bibin" dest datînin ser erzaqên gundiyan. Hêzên dewleta Tirk her wiha gefê li gundiyan dixwin. Leşkerên dewleta Tirk, piştî ku gundên wekî Kerwas, Lîcok û Xelxelê vala kirin, bi maşînên DSÎ kelûpelên înşaetê birin herêmê ji bo qereqolan çêbikin.

Hat ragihandin, leşker heta gundê Beşîştê yê Licê çûne, ku ev gund di navbera sînorê Pasûr û Farqînê de ye.