Di êrîşa Girê Spî de birîndarekî din jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa bombeyî ya li Girê Spî de birîndarekî din jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 8.
Di êrîşa bombeyî ya li Girê Spî de birîndarekî din jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 8.
Êrîş danê sibê saet di 10:20 de, bi pîck-upek Skoda pêk hat. Di êrîşa bombeyî de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneya Serêkaniyê. Yek ji birîndaran di rê de jiyana xwe ji dest dan.
Yek ji birîndaran serokê eşîra Hinêdayê Brahîm El Îsa ye, ku Serokê Komîteya lihevanînê ye.