Rojava êrîşên Tirkiye yên li hember sivîlan şermezar kir
Koordînasyona Giştî ya Kontonên Rojava, êrîşên lerkerên Tirk ên li ser Girê Spî ku rasterast sivîl kirin hedef lenet kirin. Koordînasyonê, bang li derdorên navneteweyî kirin.
Koordînasyona Giştî ya Kontonên Rojava, êrîşên lerkerên Tirk ên li ser Girê Spî ku rasterast sivîl kirin hedef lenet kirin. Koordînasyonê, bang li derdorên navneteweyî kirin.
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Rojava têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser welatiyên sivîl ku duh li gundê Heşîşe ya 35 kîlometreyan dikeve rojavayê Girê Spî pêk hat û di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk binpêkirina dewleta Tirk û êrîşa wan a li ser welatiyên sivîl şermezar kir û di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Êrîşên delweta Tirk a li ser welatiyên sivîl didome. Bi vê yekê rûyê rast ê dewleta Tirk û îdîayên wan têne eşkerekirin. Dewleta Tirk bi vê yekê hemû yasayên navdewletî yên ji bo parastina mafê mirovan binpê dikin. Dewleta Tirk ku îdîa dike Tirkiyê welatê bi ewle ye ku welatiyên Sûriyeyê diparêze, guleyan li welatiyên sivîl ên ji ber şer û kiriyarên çeteyan direvin direşînin. Ya rast ew e ku Dewleta Tirk kaxeta koçberan dixe zext û li ser Yekîtiya Ewropa bi kar tîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Rojava hatin bi bîr anîn û wiha hate domandin: “ Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike, gulebarandina sivîlan ji aliyê leşkerên Tirk ku li seranserî sînor hatiye kirin, ranewestiyaye. Ne tenê wisa, lê belê destwerdana wan sînorê Rojava derbas kiriye, zeviyên welatiyan şewitandine û darên wan jêkirine. Tê zanîn ku sînorê dewleta Tirk bi herêmên di bin dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê re ji çeteyan re hatiye vekirin. Artêşa Tirk û gelek caran êrîşî hêzên Kurdî ku şerê çeteyên DAIŞ’ê û Cehbet El-Nusra dikin.”
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya civaka navdewletî ya beranberî êrîşan şermezar kir û got: “Em êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Banga me ji civaka navdewletî û saziyên mafê mirovan re ew e ku beramberî êrîşan bêdeng nemînin û erka xwe ya beramberî welatiyên ji êrîşên çeteyan koçber dibin pêk bînin.”