YPG: Artêşa Tirk 12 hemwelatî birîndar kirin û 1 hemwelatî şehîd ket
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî der heqê êrîşên dewleta Tirk de daxuyanî da û got,12 sivîl birîndar bûne û zarokek şehîd ketiye.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî der heqê êrîşên dewleta Tirk de daxuyanî da û got,12 sivîl birîndar bûne û zarokek şehîd ketiye.
Navenda ragihandina YPG’ê der heqê êrîşên dewleta Tirk a bi ser Rojava de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG di daxuyaniyê de bal kişande ser ku êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de berdewam dikin û dewleta Tirk êrîşên xwe zêdetir dikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ‘’Arteşa Tirk şeva 27’ê Hezîranê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên nêzî gundê Korelî ya ku dikeve Rojavayê Kobanê.’’
YPG’ê diyar kir, artêşa Tirk 28’ê Hezîranê bi çekên giran avêtiye ser hemwelatiyên sivîl ên gundê Koranê û Asafan û di encama van êrîşan de li gundê Koranê şivanek û li gundê Asafanê jî 2 hemwelatî birîndar bûne.
Her wiha di 28’ê Hezîranê, danê êvarî artêşa Tirk dîsa bi çekên giran êrîş biriye ser sivîlên li derdora gundê Heşîşa ya ku dikeve Rojhilatê Girê Spî û di encamê de 10 welatî birîndar bûne ku zarok jî di nav de birîndaran de hene. Û yek ji van zarokan jî şehîd ketiye.”
Dîsa hat gotin ku artêşa Tirk heman şevê bi çekan giran êrîş birine ser çeperên hezên wan yên li gundê Ziyaretê ku dikeve Rojavayê Kobanê