'Qeyûm wê pirsgirêkê girantir bike'
Nûnerên saziyan, hewldanên desthilatdariya AKP'ê yên desteserkriina Şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm nirxandin û gotin, qeyûmên bên wezîfedarkirin wê ji aliyê gel ve neyên qebûlkirin.
Nûnerên saziyan, hewldanên desthilatdariya AKP'ê yên desteserkriina Şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm nirxandin û gotin, qeyûmên bên wezîfedarkirin wê ji aliyê gel ve neyên qebûlkirin.
Hikûmeta AKP'ê, piştî ku destnedana parlamenterên HDP'ê rakir, vê carê da xuyakirin, ku wê qeyûman li Şaredariyên DBP'yî bi cih bike. Sazî û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûnê nîşanî AKP'ê didin. Saziyan hişyarî dan hikûmeta AKP'ê û diyar kirin, li hemberî hemû pirsgirêkan, alternatîfa gelê Kurd heye. Nûnerên saziyan ji ANF'ê re axivîn.
HEVSEROKA SENDÎKAYA GENEL-ÎŞ A ÊLIHÊ NARÎN EROL: Nîqaşên dema dawî yên li ser qeyûm, herî zêde bandorê li karkerên li şaredariyê dixebitin dikin. Bandoreke neyînî li derûniya xebatkaran dike. Xew li wan herimiye. Li gorî gotinan, hedefa bingehîn a wezîfedarkirina qeyûm, ew in. Wê çi bi karê wan bê? Ev fikar û gumanên wan normal in. Li gorî me sendîkayan, şaredariyên DBP'yî şaredariyên mînakdar in. Hem ji aliyê maf û hiqûqa karkeran, hem jî ji aliyê hesabdayîna gel ve şaredarî bi durustî dixebitin. Mînak; li Şaredariya Êlihê mufetîş jê kêm nebû. Em baş dizanin; her hefteyê mufetîşek hatiye. Dîsa em dizanin, ev mufetîş timî destvala vegeriyan e. Ji bo li karên ne li rê bipirsin tên, lê di encama lêkolînên xwe de şaredariyê pîroz dikin û diçin. Dema li cihekî kar neyê meşandin, maf û hiqûq lê tinebe, hingî qeyûm li wir tê wezîfedarkirin. Lê belê ev şaredarî yên mînak in. Lewma bicihkirina qeyûman li van şaredariyan, darbeyek li demokrasiya Tirkiyeyê ye.
HEVSEROKÊ MECLÎSA BAJÊR A ÊLIHÊ SALÎH ALTÛN: Di dema dawî de hem qesrê, hem jî desthilatdariyê li hemberî me hilbijartiyan dest bi kampanyayeke cidî kirine. Bi hincetên bêbingeh û pûç, hevalên me davêjin binê zîndanê. Li aliyê din endamên meclîsa şaredariya me, endamên meclîsa me ya giştî û hevşaredarên me ji wezîfeyê tên girtin. Ev yek teserûfa hikûmetê ya li hemberî me bû. Bala me zêde li ser van biryarên dewletê yên li hemberî me û têkoşîna siyasî ya Kurd, nîne. Em li ser karê xwe ne, mîna berê dixebitin, plan û bernameya xwe bi cih tînin. Me ji destpêkê ve got, 'em biryara hikûmeta hewl dide me ji wezîfeyê bigire nas nakin' û rewş jî bi vî rengî ye. Em niha jî biryarên waliyan, burokratan û hikûmetê yên li hemberî me nas nakin û ew neçar dimînin bi me bişêwirin. Birêz Wezîrê Karên Hundir, Serokwezîr, Qesr ji karê me aciz in. Dibêjin ku em xizmeteke baş nakin. Lê eger ev gotin rast bûya, ji xwe di hilbijartinê de em niha têk çûbûn, pêwîstî bi wezîfedarkirina qeyûm tinebû. Ya rast, xizmetên me ji aliyê burokratan ve rojane weke raporekê pêşkêşî wan tên kirin. Di rêya avakirina rejîma yek şexsî de dixwazin dest deynin ser şaredariyan, destnedana parlamenteran rakin û siyaseta Kurd û gel li hemberî hev rakin. Em vê dewletê baş nas dikin. Li hemberî her gava dewletê ya ji bo tinekirina Kurdan, bêguman planeke me jî heye. Dibe ku ev qeyûman bi cih bikin, dibe ku dînîtiyên mezin jî bikin, lê belê di vî şerê psîkolojîk de wê zerar li wan bibe. Her wiha, şaredarî malê şaredaran nîne. Bicihkirina qeyûman li şaredariyên malên gel tê wateya bicihkirina qeyûman li nava gel. Weke vîna hilbijartî ya gel ne em, ne jî gel bi xwe vê qebûl dike.
ENDAMÊ MECLÎSA ÊLIHÊ NECMÎ DÎLMAÇ: Dixwazin zextê li vîna hilbijartî ya gelê Kurd bikin û bixin bin kontrola xwe. Ji 7'ê Hezîranê û vir ve sîstema AKP'ê li hemberî gelê Kurd polîtîka tinekirinê dimeşîne. Ev polîtîkaya şer li Gimgimê destpê kir, heta Nisêbîn dewam kir. Vê hikûmeta ku bajar jî hilweşand, ji ber ku bi komkujiyan bi ser neket, vê carê konsepta tinekirina hilbijartiyên vîna gel xist dewrê. Lê belê, eger desthilatdariya AKP'ê hewl bide bi qeyûm dest deyne ser vîna gel, gel jî wê li ber xwe bide. Gel li hemberî vê bêdeng namîne. Dixwazin hêdî hêdî qeyûm bi gel bidin qebûlkirin. lê kes vê qebûl nake.