'Em gelê xwe dibin qadên azad'

Minbiciyên ji çeteyên DAIŞ'ê direvin, diherikin qadên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine azadkirin. Şervan sivîlan dibin cihên ewle.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku ji 1'ê Hezîrana 2016'an û vir ve bi dehan gund û gundikên Minbicê rizgar kirine, ji aliyên rojava, rojhilat, başûr û bakur ve gav bi gav ber bi navenda bajêr ve bi pêş ve diçin.

Ji ber ku li nava bajêr hê sivîl hene, çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertalên zindî ji bo xwe bi kar tînin û gelek mayîn li herêmê hatine bicihkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi rengekî hay ji xwe heyî bi pêş ve diçin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta niha bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û derbasî qadên azad kirine.

SIVÎLÊN HATINE QADÊN AZAD: EM RIZGAR BÛN

Bi sedan sivîlên ji navenda bajarê Minbicê reviyan, pêl bi pêl diherikin qadên azad ên şervanan. Û hê jî sivîl tên.

Ji ber ku sivîl berê xwe didin qadên azad, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran guleyan li cihê sivîl jê direvin, direşînin. Ji ber vê gulereşandinê, gelek sivîl nikarin ji nava bajêr derkevin.

Li aliyê din, gelek sivîlên karîbûn ji nava bajêr derkevin, pê li mayînên çeteyên DAIŞ'ê kirin.

Minbiciyên ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne gotin, ji sala 2014'an û vir ve li herêma di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de zilm, zext, îşkence, talan û komkujî li wan hatine kirin û destnîşan kirin ku ew ê êdî karibin bi rengekî azad bijîn.

ŞERVANÊN MINBICÎ: EM GELÊ XWE DIBIN QADÊN EWLE

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, mal bi mal, kolan bi kolan li nava bajarê Minbicê bi pêş de diçin. Hem ji ber hebûna sivîlan a li nava bajêr, hem jî ji ber mayînên çeteyan li herêmê çandine, bi kontrol tevdigerin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku ew sivîlên ji bajêr direvin, dibin herêmên ewle û bersivê didin pêdiviyên wan ên jiyanî. Şervanan gotin, ew ê di demeke nêz de mingîniya serketinê bidin gelê Minbicê.