Li Amedê ji bo Licê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
Li navenda Amedê ji bo protestokirina operasyonên qirkirinê yên ku li Licê dewam dikin, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hate destpêkirin.
Li navenda Amedê ji bo protestokirina operasyonên qirkirinê yên ku li Licê dewam dikin, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hate destpêkirin.
Ji bo piştgiriya bi Licê re ku bi “Qedexeya kolanan” çar aliyê wê hatî pêçan û bi deh hezaran leşkeran ve operasyon hatiyê destpêkirin, gund tên valakirin û mal tên şewitandin, di pêşengtiya HDP, DBP, KCD û KJA’yê de li Parka Koşûyolû ya Amedê çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hate destpêkirin. Di çalakiya nobetê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Behcet Yildirim û gelek kes amade bûn.
Rêveber û hilbijêr di çalakiya rûniştinê de hatin cem hev, têkildarî bûyerên li Licê agahî hatin parvekirin. Welatiyên ku li parkê jî beşdarî çalakiya rûniştinê û gotûbêjan bûn. Di çalakiyê de helbestên berxwedanê hatin gotin, jinan dem bi dem tilîlî dan û bûn dengên Licê.
Di çalakiya rûniştinê de banga mezinkirina berxwedanê hat kirin. Çalakî wê heta saet 00:00’an dewam bike.
Çalakiya ku wê 3 rojan dewam bike, danê sibehê saet 18:00’an destpê dike heta 00:00’an dewam dike.