Wezareta Karên Hundir Hevşaredar Kaya ji wezîfeyê girt
Wezareta Karên Hundir a AKP'yî, Hevşaredarê Kercewsê Abdulkerîm Kaya ji wezîfeyê girt.
Wezareta Karên Hundir a AKP'yî, Hevşaredarê Kercewsê Abdulkerîm Kaya ji wezîfeyê girt.
Hevşaredarê navçeya Êlih Kercewsê Abdulkerîm Kaya yê DBP'yî, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a AKP'ê ve ji wezîfeyê hat girtin.
Ji bo girtina ji wezîfeyê jî Wezareta Tirk dozeke bi hinceta "alîkariya ji bo rêxistinê" lê hatiye vekirin, weke hincet nîşan da.
Beriya niha bi demekê Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Akel û Sabrî Ozdemîr û 16 endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'yî ji wezîfeyê hatibûn girtin.