Şervanên Minbicê ketin Navenda Trafîkê
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li taxa El-Hezawîn pêşdeçûyina xwe dewam kirin, ketin Navenda Trafîkê ya ku du tunelên veşartî yên digihêje heta Sawama, lê ne.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li taxa El-Hezawîn pêşdeçûyina xwe dewam kirin, ketin Navenda Trafîkê ya ku du tunelên veşartî yên digihêje heta Sawama, lê ne.
Operasyonê Fermandarê Şehîd Faysal Ebû Leyla di roja 29. de didome.
Li gor agahiyên nûçegîhanên me yên li qada operasyonê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji aşê ku jê re tê gotin Mehatîn, ber bi rojava ve pêşdeçûyina xwe domandin û ketin Navenda Trafîkê.
Ji avahiya trafîkê ya ku li rojhilatê Taxa El-Hezawîn e, 2 tunelên veşartî derdikevin. Yek jê digihêje depoya genim (Sawama) û ji wir jî diçe aş. Bi giştî dirêjahiya wê 800 metre ye.
Li qada mabeyna rojhilatê Metahin û Taxa El-Esediyê ku piraniyê wê pêkhateyên Kurd û Ereb in, niha jî şerên dijwar diqewimin.