Leşkerên Tirk zarokê 10 salî qetil kirin

Ji ber êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî rojhilatê Girê Spî, zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên Tirk duh (28'ê Hezîranê) saet di 17:00 de li herêma Hesîşa ya bi 35 kîlometreyan li rojhilatê Girê Spî ye, êrîşî sivîlan kirin, ku di nav de jin û zarok jî hebûn. Di encama vê êrîşê de bi dehan kes birîndar bûn. Ji birîndaran rakirin nexweşxaneya Girê Spî, ji ber ku rewşa 6 ji wan giran e, rakirin Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê.

Ji rayedarên nexweşxaneya Roj Mihemed Xelef ragihand, yek ji birîndaran ku zarokekî 10 salî ye û nasnameya wî hê nehatiye tespîtkirin, jiyana xwe ji dest daye.

Xelef diyar kir, yek ji birîndaran ji nexweşxaneyê derketiye, lê 4 birîndar sewqî nexweşxaneya li Qamişlo kirine.