Li hember Qereqola Guzelsû ya Payîzavayê çalakî

HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de ku li hember Qereqola Jendermeyan a Gûzelsû ya navçeya Payîzavaya Wanê hate lidarxistin, kule, nîzamiye, kîrpî, akrep û tank hatIn îmhakirin. Diyar kir ku ziyanek mezin gihiştiye avahiya ku 150 leşker lê bûn.

HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de ku li hember Qereqola Jendermeyan a Gûzelsû ya girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê hate lidarxistin, kuleyek, nîzamiyeyek, kîrpîyek, akrepek û tankek hatîn îmhakirin. Diyar kir ku ziyanek mezin gihiştiye avahiya ku 150 leşker lê bûn.

Gerîlayên HPG’ê li Taxa Başakşehîr a li navçeya Bismil a Amedê jî çawîşekî pispor ê ku qetlîam li hemberî ciwanên berxwedêrên bajaran pêk tanî jî kuştin. Di çalakiya gerîlayan de ku li hemberî hêza operasyonê ya li navçeya Licê ya Amedê li dar xistin, 3 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku artêşa Tirk bombekirina li Kurdistanê dijwartir kiriye û bi taybet bi rasthatina havînê jî bi zanebûn qetlîamên xwezayê jî zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li beramberî van êrîşên bi armanca qetilkirina xwezaya Kurdistanê divê gel li her qadê xwedî tevdîr be, wiha dewam kir: “28’ê Hezîranê saet 21.00’an li navçeya Payîzava ya Wanê hêzên me li hember Qereqola Jendermeyan a Guzelsûyê bi wesayîta bombebarkirî ve çalakiyek li dar xistin. Beriya çalakiyê hêzên me li hember leşkerên li derdora nîzamiyê çalakî li dar xistine û pişte jî wesayît teqandine. Di vê çalakiyê de kuleyek, nîzamiyeyek, wesayîteke zirxî ya Kîrpî, wesayîteke zirxî ya Akrep û tankek hatine îmhakirin. Li avahiya ku nêzî 150 leşkerî lê diman, zerarek mezin çêbûye. Li vir leşkerên mirî û birîndar hene, lê hejmarek zelal nehatiye bidestxistin. Têkîldarî çalakiyê her ku agahiyên zelal werin wê bi raya giştî re bên parvekirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi gelek helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine.

28’ê Hezîranê saet 20.00’an yekîneyek gerîlayên me çawîşekî pispor ê li Taxa Başakşehîr a li navçeya Bismil a Amedê xistin bin kontrola xwe. Ev çawîşê pispor yek ji kesên ku li hember ciwanên berxwedêr qetlîam pêk tanîbû.

LI GEVERÊ LI DIJÎ LEŞKEREN ÇALAKÎ

26’ê Hezîranê saet 18.30-19.00’an hêzên me li hember leşkerên ku li derdora girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê xwe bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Li vir leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

28’ê Hezîranê saet 15.45’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku xwe li qûntarên Kanî Orê ya li qada Sumbul a Colemêrgê bi cih kiribûn çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

28’ê Hezîranê saet 15.50’an li Taxa Fîskaya ya girêdayî navenda Amedê, hevalên me ji mesafeyek nêz ve li komek POH dan. Piştî çalakiyê 3 ambûlansan mirî û birîndar rakirin, lê têkîldarî kuştiyên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI LICÊ LI HEMBER HÊZA OPERASYONÊ ÇALAKÎ

28’ê Hezîranê saet 19.00-20.00’an hêzên gerîlayên me li hember hêza operasyonê ku mabeyna gundên Sisê û Dêrxus ên girêdayî navçeya Licê di nav liv û tevgerê de bûn, çalakî li dar xistin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin 3 leşker mirine, 5 leşker jî birîndar bûne. Detayên vê çalakiyê her ku hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

29’ê Hezîranê saet 03.00’an hêzên gerîlayên me li navçeya Qamûşan a Qersê li hember xeta petrolê ya Baku-Ceyhanê çalakiyek sabotajê li dar xistin.

27’ê Hezîranê saet 10.30’an 2 gerîlayên ku dem ali qada Berçella ya girêdayî Colemêrgê diçûn wezîfeyê bi yekîneyên artêşa TC re hevrû hatine û şer qewimiye. Di encama vî şerî de her 2 gerîlayên me ku bi berxwedanek lehengî li hember dijmin rawestiyan, şehîd ketin.

28’ê Hezîranê saet 17.00-17.15’an balafirên şer ên artêşa TC gundê Zergelê yê li herêma Qendîl a ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di encama bombekirinê de agir bi erazî girtiye.

29’ê Hezîranê (îro) saet 10.00-10.30’an balafirên şer mintiqayên Berê Keskê, Girê Karker û Ranya Pîrê yên girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: AgirKavalî

Nav û Paşnav: Ferhat Kaval

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik-Bav: Sûna - Hasan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg

Nasnavı: Welat Şişol

Nav û Paşnav: Harûn Aslan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik-Bav: Reyhan - Osman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg”

 

...