PKK: Zîlan nîşaneya rabûna li ber nokeriyê ye

PKK: Rêbaza Zîlan rêbaza rabûna li ber teslîmiyet, xiyanet û nokeriyê ye, bi ser xistina rêbaza Bêrîtanê ye ku ji bo jina Kurd bûye sembol.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, dîroka PKK'ê dîroka şehîdan, fedayî û kesayetên pêşeng e.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bal kişand ser çalakiyên mora xwe li pêvajoyê dixin, dest li dîrokê werdidin, rê û rêbazê nîşan didin û bersiva pêwîst bi rêbaza herî baş didin û got, "Çalakiya mezin a Zîlan jî, ku berî niha bi 20 salan hat lidarxistin, yek ji van çalakiyan e. 30'ê Hezîranê ji bo têkoşîna me destpêka serdemeke nû ye, mîladek e. Hevala Zîlan, bi çalakiya xwe ya sala 1996'an a li Dersîmê ve, ku tevlî karwanê nemiran bû, ruhekî nû, sekneke nû di nava têkoşîna me de afirand."

Komîteya Rêveber a PKK'ê da zanîn, Kinaci li hemberî hewldana sûîqestê û komployê ya 6'ê Gulanê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, xwe di mejiyê dijmin de teqand û bi rengekî fedayî zirxekî ji agir li dora Ocalan ava kir. Di dewama daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Bi hêza artêşa ji yek şexsî, vîna dijmin şikand û tola êrîşên li hemberî Rêberê me û gelê me hilanî. Ji ber vê yekê, kesayetiya Zîlan kesayetiyeke mezin a hesabpirsînê ye.

Berxwedana Dersîmê, kevneşopiya berxwedana jina Kurd e ku kevneşopiya Besêyan û Zarîfeyan didomîne. Weke yek ji şopdarên vê kevneşopiyê hevrê Zîlan, bi nasnameya xwe ya kedkar, welatparêz, sosyalîst, milîtaniya jinê û bi çalakiya xwe ve, hesabê komkujiya Dersîmê jî pirsî ye. Zîlan ji bo jinên Kurd bû îsyan, ji bo jinên cîhanê jî bi fedayîtiya xwe ve bû pêşeng. Zîlan jina koledar red kir, li dijî mêrê derewîn serî li ber cîhanê rakir û di rêya jina azad de bû sembol.

Hevrê Zîlan di nameya xwe ya ji bo Rêbertî de got, 'Li pêşberî ked û hewldanên we yên bêdawî, em canê xwe bidin jî têrê nake. Xwezî ji canê me wêdetir tiştekî me ku me feda bikira hebûya'. Bi vî rengî kevneşopiya fedayîtî-milîtaniya PKK'ê destnîşan kiriye. Hevrê Zîlan şopdara gotina 'li ser kevirê gora min, deyndar e binivîsînin' ya Xeyrî Dûrmûş e.

'RÊBAZA ZÎLAN RABÛNA LI BER TESLÎMIYET Û XIYANETÊ YE'

Rêbaza Zîlan rêbaza rabûna li ber teslîmiyet, xiyanet û nokeriyê ye, bi ser xistina rêbaza Bêrîtanê ye ku ji bo jina Kurd bûye sembol. Zîlan nasnameya jinê ye ku di rêya azadiyê de gavên dîrokî avêtiye û xwe gihandiye Rêbertî. Rastiyek li çar parçeyên Kurdistanê dijî ye. Di şexsê Arîn Mîrkan de nîşaneya berxwedana jinê ya li Rojava ye. Li Rojhilatê Kurdistanê weke Şîrîn Elemhûlî bû navê berxwedana mezin a li dijî faşîzma Îranê."

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, artêşbûyîna jinê ya YJA Star, YPS-Jin, YPJ, YJŞ û HPJ'ê encama fedayîtiya Kinaci ye û got, "Zîlan ne tenê şoreşa Kurdistanê ye, di heman demê de veguheriye xeta azadiyê ya şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji ber vê yekê ye, navê Zîlan li deh hezaran jin û zarokên Kurd hatiye kirin.

Meha Hezîranê di dîroka me ya azadiyê de bûye mehek ji çalakî û pêngavên berxwedanê yên dîrokî. Di vê meha destpêkê ya demsala havînê de, di têkoşîna me ya azadiyê de şehadetên mezin rû dane. Sema Yuce, ji pilingê agirê Kurd ê bûbû xwelî, xwe afirand, bi çalakiya xwe ya fedayî ya li rê li ber jiyana azad vekir ve ber bi azadiyê ve herikî.

Partiya me PKK a veguheriye tevgera fedayiyan û gelê me yê qehreman, di xeta Rêber Apo de ev 40 sal in li hemberî dewleta TC a faşîst têkoşîneke bêeman dimeşîne. Di her gavê de pîvana fedayîtiyê bilind kiriye û kelehên faşîzmê yek bi yek hilweşandiye. Li Rojavayê Kurdistanê, hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li pêşberî xeta Zîlan têk çûne, li Şengalê jî derbeke mezin xwarine. Rêbaza serketinê ya encamgir bûye karakterê berxwedana têkoşîna me. Vî ruhê berxwedanê herî dawî di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de, li Cİzîr, Hezex, Silopiya, Sûr, Şirnex, Gever û Nisêbînê xwe daye der. Berxwedêrên xwerêveberiyê yên heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin, li ser şopa Zîlan a Xwedawend bûne ewliyayên heqîqetê. Rastiya gel a qehreman û fedayî hatiye afirandin. Hevrê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û Mehmet Yavûzel bûne fedayiyên vî ruhî."

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, bersiva ji faşîzma Komara Tirkiyeyê ya şer li ser gelê Kurdistanê ferz dike, fedayîtiya bi Zîlanî û rêbaza berxwedanê ya bi Çiyagerî ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di vê qonaxa têkoşînê de, em ketine nava demeke serketinê. Ruhê li Rojava, li Şengalê hatiye afirandin, wê li Bakurê Kurdistanê jî têkoşîna demokrasiyê ya gelên me bi ser bixîne. Ji bo vê jî, di serî de jin û ciwan, girîng e hemû beşên civakê û gelên me di bin sîwana eniya demokrasiyê de têkoşîneke berfireh û radîkal bimeşînin.

Sîstema serdest a TC li Kurdistanê têk çûye. Dem hatiye gelên Tirkiyeyê ji rejîma faşîst a AKP'ê rizgar bibin. Mezinkirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, ku bi perspektîfeke têkoşîna hevpar ji aliyê hêzên demokratîk ve hat afirandin û destnîşankirian siberoja me ya hevpar, ji her demê bêhtir erka me ya lezgîn e. Li ser vê bingehê, di serî de gelê Kurd ê qehreman em bang li tevahiya hêzên demokratîk, şoreşger û welatparêz dikin, ku di salvegera 20. a çalakiya hevrê Zîlan de bi rêbazeke têkoşînêya ya Zîlanî berxwedanê mezin bikin û ji bo tinekirina AKP a ji serdestiya mêr, faşîst û qetlîamker, bikevin nava tevgerê.

Li ser vê bingehê em hevrê Zîlan a di 30'ê Hezîrana 1996'an de bi çalakiya xwe ya fedayî tevlî karwanê nemiran bû û di şexsê wê de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Em dibêjin, em ê tola wan hilînin, li ser şopa wan em ê şoreşa Kurdistanê bi ser bixînin û soza Kurdistana azad bi cih bînin."