QSD: Balafireke keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê hate xistin
Navenda çapemeniya QSD’ê daxuyand, 28’ê Hezîranê piştî nîvroyê şervanên wan li gundê Qedriyê balafireke keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistine.
Navenda çapemeniya QSD’ê daxuyand, 28’ê Hezîranê piştî nîvroyê şervanên wan li gundê Qedriyê balafireke keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistine.
Navenda Çapemeniya QSD’ê der heqê geşedanên 28’ê Hezîranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahî ji qada şer ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 28’ê Hezîranê çeteyên DAÎŞ’ê hewl dane ku ji milê rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê êrîşê bi ser şervanên wan de bînin lê şervanên wan bi awayekî tund bersiv dane çeteyan û piştî şerekî demkurt çete ji qadê bi revî revî vekişiyane. Di berdewamiyê de QSD’ê diyar dike ku kuştî û birîndarên çeteyan çêbûnê, lê belê hejmara wan nehatiye zelalkirin û di encama vî şerê demkurt de piştî lêgerîna qadê hêzên wan tevî termekî çeteyan dest danîne ser 1 rext û dûrbînekê û hin tomariyên rêxistinî.
Herî dawî di daxuyaniyê de hat diyarkkirin ku 28’ê Hezîranê piştî nîvroyê şervanên wan li gundê Qedriyê balafireke keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistine.