KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YNK-Goran bi partiyên Tirkmen û Asûrî-Keldanî re dest bi hevdîtinan kir
Tevgera YNK-Goran ku ev 3 roj in li Baxdayê bi partiyên siyasî û derdoran re hevdîtinan pêk tîne, li Başûrê Kurdistanê jî bi derdorên cihê re dest bi hevdîtinan kir. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Qendîlê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
Hilweşandin 10 roj piştî biryara dadgehê hat sekinandin
Biryara Dadgeha Îdarî ya Herêma Mêrdînê, ku xwest hilweşandina xaniyên li Cizîrê ya di çarçoveya 'îstimlaqkirina lezgîn' de dihat kirin bê rawestandin, encex piştî 10 rojan bi cih hat anîn. -
Ruhê Zîlanê rêya serketinê ye -Selahattîn Erdem
"Xeta ku wê Kurdistanê azad û Tirkiyeyê demokratîk bike xeta fedaî ya Zîlanê ye. Ruhê Zîlanê yê fedaî tekane rêya têkbirina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye." -
Amadekirina Hevpeymana Sîstema Federal li ber qedandinê ye
Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, nirxandina dawî li ser pêşnûmeya hevpeymana civakî dike. -
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berê xwe dane taxa El-Hazawne
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi taxa El-Hezawnê ya Minbicê ve diçe. Bi tenê kîlometreyek maye şervan xwe bigihînin bazara sereke. -
Acar a HDP'yî: Em natirsin, lê êdî emrê AKP'ê ne dirêj e
Acar got, "Em natirsin. Ji xwe di nava 6 mehan de gelek parlamenterên me li bajarên hatin xerakirin û şewitandin nêzî mirinê bûn." Acar destnîşan kir, emrê desthilatdariyê ne dirêj e. -
Mehek derbas bû: Kurê min li ku ye?
Rêveberê DBP'ê yê Şirnex Hûrşît Kulter ku beriya 32 rojan hatibû binçavkirin hê jî tu agahî jê nayê wergirtin. Dayika Kulter ev 32 roj in li aqûbeta kurê xwe dipirse. -
Li Gimgimê operasyona leşkerî
Li bejahiya gundên Qulan, Gulîce û Baska yên navçeya Gimgim a Mûşê, operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Hat ragihandin, li herêma navbera gundên Qeremêş û Goma Gorgo jî operasyon tê meşandin. -
Li başûrê Minbicê 16 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ên li aliyê başûr derbas kirin û hinekî din xwe nêzî navenda bajêr kirin. Di şerê li vir de heta niha 16 çete hatine kuştin. -
'Em ê mal bi mal, kolan bi kolan Minbicê ji çeteyan paqij bikin'
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir, ew ji her alî ve bi pêş de diçin û destnîşan kir, ku ew ê mal bi mal bajarê Minbicê ji çeteyan paqij bikin. -
'Em ê bi hev re vî sûcê li dijî mirovahiyê pûç bikin'
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven da xuyakirin, ku ti aliyê hiqûqî yê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da. -
Mînaka jiyana hevpar a gelan: Navenda Jinê ya Sara
Navenda Jinê ya Sara ya li Xelfetiyê, ku karê çand û hunerî dimeşîne, bi şagirtên xwe yên ji gelên Kurd, Ermenî û Tirkmen ve, mînakek ji jiyana hevpar a gelan e. -
Zikat û fitrên xwe bişînin bajarên hatine xerakirin
Mele Abdurrahman Akyuz, ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên bi tank û topên dewleta Tirk hatin xerakirin banga piştgiriyê kir û xwest, her kes zikat û fitrên xwe bişînin Cizîr, Gever, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya û Sûrê. -
Ji bo şervanên Kobanê: Berbanga Şimsala Kobanê
Nivîskara pirtûka "Berbanga Şimsala Kobanê" ya ji bo şervanên Kobanê hatiye nivîsandin Zeynep Cûdî Kobanê got, "Kêm be jî, min xwest bi nivîsandinê bersivê bidim bîranîna şehîdan." -
Emniyeta Şirnexê binçavkirina S.Î. piştî saetan qebûl kir
Zarokê bi navê S.Î.'yê 14 salî yê li Şirnexê hate binçavkirin li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan hatiye girtin û piştî 12 saetan anîne Şaxa Zarokan. -
Li Pasûrê bomberdûmana hewayî
Bejahiya navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve bi awayekî dijwar tê bombekirin. -
Bejahiya Licê bi obusan tê bombekirin
Li navçeya Licê ku êrîş bênavber berdewam dike, ji navenda navçeyê heta herêmên bejahî bi topên obusê tên bombekirin. -
Şewata li Çiyayê Cûdiyê her diçe mezin dibe
Agirê ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, topbarana ji Fermandariya Qereqola Mîllî çiyayê Cûdiyê girt, bi hezaran donim erazî kir xwelî û hê jî didome. -
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Akdogan hate definkirin
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li Tetwanê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe gundê Xurekan a Geverê hate definkirin. -
Li Qada operasyonê ya Licê 5 kes hatin binçavkirin
Leşkerên Tirk ên ku li gundên navçeyên Karaz û Licê bi ser malan de girtin 5 kes binçav kirin. -
Ti agahî ji zarokê 14 salî yê hate binçavkirin nayê girtin
Li Şirnexê zarokê 14 salî yê bi navê S.Î. yê ku li ber mala xwe hatî binçavkirin agahî jê nayê wergirtin. -
Agirê ku leşkeran li Licê pêxistin her ku diçe berbelav dibe
Agirê ku leşkeran li navçeya Licê ya Amedê pêxistin, her ku diçe berbelav dibe. Li 3 herêmên cuda ên ku di navbera gundên Goma Pirê û Qereqola Tepe de ne jî dişewitin. -
Li Minbicê êrîşa çeteyan a li ser depoyên genim hat şikandin
Şervanên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan a li ser depoyên genim ên li bajarê Minbicê şikandin û li vir 5 çete hatin kuştin. -
Ji gerîlayan li Amed, Şirnex û Wanê çalakiyên bi bandor
HPG’ê ragihand ku di çalakiya 23’yê Hezîranê de ku li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hate lidarxistin, 20 wesayîtên qereqola jendermeyan hatin îmhakirin, 1 jê Serpel, 20 leşker hatin kuştin, 2 jê berbaz zêdetirî 40 leşkeran jî birîndar bûn.