Ruhê Zîlanê rêya serketinê ye -Selahattîn Erdem
"Xeta ku wê Kurdistanê azad û Tirkiyeyê demokratîk bike xeta fedaî ya Zîlanê ye. Ruhê Zîlanê yê fedaî tekane rêya têkbirina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye."
"Xeta ku wê Kurdistanê azad û Tirkiyeyê demokratîk bike xeta fedaî ya Zîlanê ye. Ruhê Zîlanê yê fedaî tekane rêya têkbirina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye."
Jina Kurd a ji Meletiyê ya bi navê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de li Dersîmê çalakiya fedaî pêkanîbû, îsal salvegera bîstan a wê çalakiyê ye. Tevgerên jinan ên bi ruhê Zîlanê hatin afirandin li her aliyê û di her qadî de çalakiyên bîranîna salvegera bîstan lidar dixin. Muhasebeya bîst salên borî tên kirin û di destpêka sala bîst û yekê ya fedaîbûnê de nîqaşa fêrkarêya Zîlanê tê kirin. Em di salvegera bîst û yekê ya şahadeta pêşenga berxwedêriya jina Kurd Zîlanê de tevahiya şehîdên doza azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna doz û armancên wan didin.
Zeynep Kinaci li dijî êrîşên şerê taybet yên ji sala 1991'ê ve hatin kirin ew çalakiya fedaî û liberxwedanê pêkanîbû. Bi taybetî li dijî êrîşa suîqestê ya li hemberî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 6'ê Gulana sala 1996'an de li Şamê mînîbûsekê hatibû teqandin, bi mebesta tolgirtina wê êrîşê çalakiya xwe lidar xistibû. Herwisa di nivîsên xwe yên berî çalakiyê xwe de bi zelalî behsa ev babetî kiribû.
Çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci sedîsed bi ser ketibû. Di sibeha 30'ê Hezîrana sala 1996'an de li Dersîmê li dijî yekîneyeke leşkerî yên di îçtimayê de çalakiya fedaî pêkanîbû û ew yekîne ji hev belavela bûbû. Awayê serketî yê pêkanîna çalakiyê, ji ber ku çalakiyeke wiha cara yekê rûdida û ew jî ji aliyê gerîlayeke jin a Kurd ve dihat kirin bandoreke pir mezin afirandibû. Di rewşa ku hêzên şerên taybet ên Tirk ketin nav tirs û sawdariyeke mezin de, gelê Kurd nexasim jinên Kurd gihiştin vîn, bawerî û îradeyeke herî mezin.
Çalakiya Zîlanê ya serketî ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK ê ve bi awayekî piralî û berfirehî hatibû nirxandin. Rêber Abdullah Ocalan rastiya Zîlanê wek xeta rast û azad a jiyanê pênase kiribû û gotibû: Zîlan fermandar e, em jî şervanên ber destê wê ne... Bi berdewamî wek sembola dilsoziya bi Rêbertî û bi azadiyê ve bi nav kiribû. Herwisa wek zagona jiyana azad pênase kiribû û rastiya Zîlanê wek nûvejîna çanda xwedawendî ya serdema neolîtîkê navandibû.
Niha di ser çalakiya navborî ya fedaî re tam bîst sal derbas bûne. Bi awayekî zelal tê dîtin ku di wan bîst salan de gelek tişt hatin jiyîn û berxwedana Kurd a azadiyê gavên girîng avêtine. Êdî her kes qebûl dike ku terzê çalakiya fedaî ya Zîlanê dayî destpêkirin di berxwedana Kurdan de bûye ruh û xeteke nû. Xeta Zîlanê ya fedaî di berxwedana azadiyê ya Kurdan de wek qadeke nû ya çalakgeriyê encam dide. Li ser vê bingehê ji aliyekî ve hêza gerîla ya lêxistinê zêde dibe û ji aliyekî ve jî qabîliyeta taktîkî mezin û dewlemendtir dibe.
Êrîşa ku dagirkeriya Tirk di sala 1991'ê de bi awayekî giştî dayî destpêkirin di sala 1998 an de li dijî Rêbertiya gelê Kurd Abdullah Ocalan de vegeriya êrîşa komploya navneteweyî, wisa jî fedaîtiya ku di kesayetiya Zîlanê de di 30'ê Hezîrana 1996'an de derket holê bi dirûşma: Hûn nikarin roja me tarî bikin... Wek parastina fedaî ya Rêbertiyê encam da. Êdî bi dehan bi sedan Zîlan derketin, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyê welêt çalakiyên fedaiyane li dar xistin. Ji Rojbîna Ereb bigir heta Tayhanê Bîngolî bi dehan şoreşger û welatparêz çalakiyên fedaî pêkanîn.
Ya rastî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî li ser xeta Zîlanê vegeriya berxwedaneke fedaî ya seranser. Lewre herdu jî rasterast fedaîtî û parastina Rêber Abdullah Ocalan esas digirin. Bi gotineke din, ev 18 sal in gelê Kurd naxwe û venaxwe li dijî komployê ji bo azadiya Rêbertiya gelê Kurd têdikoşe. Li dijî êrîşên li Îmraliyê yên li ser Rêbertiya gelê Kurd Erdal û Derwêşan derdixe...
Mirov dikare bi awayekî zelal bibêje; îro li holê gelê Kurd ê li ser xeta Zîlan a fedaî û tevgera azadiyê heye. Asta ku gelê kurd di bîst salan de gihatiye jî ev e. Ev rastî îro xwe di têkoşîna li dijî faşîzma DAIŞ ê de dide nîşan. Ev rastî xwe di berxwedana li dijî faşîzma AKP û Tayîp Erdogan de jî bi awayekî zelalî dide nîşan. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê yên bi ruhê Zîlanê hatine dagirtin îro di têkoşîna li dijî faşîzmê de bûyîn hêviya liberxwedanê û yên azadiyê.
Berxwedana bi ruhê Zîlanê têk naçe. Berxwedana bi ruhê Zîlanê destketinan dafirîne. Rapêçandina bi Ruhê Zîlanê yekîtiyê çêdike. Berxwedana ku li dijî her cûre êrîşên faşîzan û komkujer li ser lingan dihêle û serketinê tîne, berxwedana bi ruhê Zîlanê ye. Fedakarî û cesareta Zîlanê ya bi felsefe û xeta îdeolojîk a Rêbertiya gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî rapêçandin li dijî her cûre paşverûtiyê serketin û têkneçûnê îfade dike.
Rastiya fedaî ya Zîlanê ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê nûnerêya serketinên li Kobanê û Şengalê dike, dide nîşan ku ev rastî dijî û dewam dike. Dîsa berxwedana li dijî AKP ê ya li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê ku di encama qehremaniyeke mezin de dimeşe dide nîşan ku ruhê Zîlanê yê fedaî zindî ye û di nav lebatê de ye. Berxwedana Zinar û Doga ku ziravê faşîzma AKP'ê diqetîne jî asta bandora ruhê fedaî yê Zîlanê yê li ser ciwan û jinên Kurd, wisa jî qehremanî û serketina wan dide nîşan.
Di destpêka bîst û yekê ya berxwedana fedaî ya gelê Kurd de bi awayekî eşkere tê dîtin ku ji her demê zêdetir pêdivî bi fêrbûn û pêşxistina ruhê fedaî yê Zîlanê heye. Lewre êrîşa faşîst û komkujer ne kêmî berêya bîst salan e. Feraset û siyaseta Tayîp Erdogan û ya berêya bîst salan heman rastî ne. Diyar e ku êrîşa faşîst a Tayîp Erdogan di 24 ê Tîrmeha sala 2015 an de dayî destpêkirin, ji êrîşên şerên taybet û giştî yên bîst sal berê ne kêmtir e û zêdetir e jî.
Beriya bîst salan tevahiya artêşê li çiyan êrîşê gerîla dikirin, îro jî heman rêbaz li dar e. Berêya bîst salan gund dihatin şewitandin gelê Kurd dihat koçberkirin. Îro bajar tên şewitandin û bi sedhezaran mirov ji warên xwe tên koçberkirin. Berêya bîst salan mirovin li kolanan dihatin gulebarankirin, parlamenter dihatin girtin, şaredarî dihatin desteserkirin û rojnamevan dihatin girtin, îro jî heman tişt hîn jî zêdetir tên kirin. Beriya bîst salan her cûre heqaret li gelê Kurd dihatin kirin û Rêbertiya gelê Kurd dibû armanca êrîşên îmhayî, îro jî heman heqaret hene û tecrîta li ser Rêbertiya gelê Kurd di asteke girantir de berdewam dike.
Êrîşa dîktatoriya Tayîp Erdogan a li ser gelê Kurd ferz kirî di rastiyê de ne tenê li gorî bîst salan tê nirxandin, ev êrîşên herî wehşî û berfireh yên sedsalê ne. Tayîp Erdogan ne tenê desthilatiya xwe herwisa hebûna xwe ya fizîkî jî bi komkujiya gelê Kurd ve girêdaye. 24 saet li ser komkujiya gelê Kurd hûr dibe. Rêveberêya Tayîp Erdogan Tirkiye xistiye nav felaket û bobelateke pir cidî.
Herwiha ji bo azadî û hebûna gelê Kurd bêtirî beriya bîst salan pêdivî bi ruhê fedaî yê Zîlanê heye. Ji bo pûçkirina komkujiya rêveberiya Tayîp Erdogan a li ser gelê Kurd ferzkirî û ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji vê bobelatê, ji her gavê bêtir hewcedarî bi xeta fedaî ya Zîlanê heye. Lewre ji bo têkşikandina êrîşa faşîst ya komkujer, ji bo têkbirina pergala dagirker û wisa jî ji bo bidestxistina azadiya gelê Kurd hewcedarî bi esasgirtina xeta fedaî ya Zîlanê û bi awayekî serketî bikaranîna wê heye.
Belê, dîktatoriya faşîst û tekperest ya Tayîp Erdogan êrîş dike, him jî bi rêbazên herî hovane êrîş dike. Lê divê bê zanîn ku ev êrîş ne ji ber xurtiya wî ne, bilekis ji ber ku di dema herî zeyîf a desthilata xwe de ye, ji ber ku hatiye ber rûxandinê û ji bo emrê xwe hindek jî dirêj bike wiha êrîş dike. Divê gelê me û tevahiya hêzên demokratîk bizanin ku dîktatoriya Erdogan zeyîf e û dikare bê rûxandin. Lê eşkere ye ku ev jixweber jî çênabe. Vaye li vir girîngiya ruhê fedaî yê Zîlanê derdikeve holê.
Xeta şoreşger a ku wê dîktatoriya Tayîp Erdogan têkbibe ev xeta şoreşger a Zîlanê ye. Xeta ku wê Kurdistanê azad û Tirkiyeyê jî demokratîk bike ev xeta fedaî ya Zîlanê ye. Ruhê Zîlanê yê fedaî tekane rêya têkbirina faşîzmê û bidestxistina azadiyê ye. Gelê Kurd û jinên şoreşger di encama bîst salan de vê rastiyê baş fêr bûye û wê di sala bîst û yekê ya fedaî de ji her demê bêtir bi ruh û xeta berxwedêr a Zîlanê ve xwe rapêçe û wê dîktatoriya Tayîp Erdogan têkbibe.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA