'Em ê bi hev re vî sûcê li dijî mirovahiyê pûç bikin'
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven da xuyakirin, ku ti aliyê hiqûqî yê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven da xuyakirin, ku ti aliyê hiqûqî yê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da.
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji Cotmeha 2014'an û vir ve malbat û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî Heyeta Îmraliyê nikarin Ocalan bibînin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Guven diyar kir, eger dewleta Tirk û desthilatdariya heyî bixwaze wê parêzer û malbat karibin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û sedema tecrîdê, her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî vê tecrîdê bi vî rengî eşkere kir: "Em dizanin, li gelemperiya cîhanê hemû rêxistinbûyînên xwe weke netewe dewletê pênase dikin di nava krîzekê de ne. Felsefeya Birêz Ocalan, li hemberî netewe dewletê, teza konfederalîzma demokratîk a neteweya demokratîk dafirîne. Hêzên serdest vê yekê weke gefek li hemberî xwe dibînin. Di vê sîstema neteweya demokratîk de gel dikarin bi hêsanî nêrînên xwe yên azad bilêv bikin. Di vê dema ku sînorên Rojhilata Navîn ên beriya sed salî hatibûn xêzkirin ji nû ve tên xêzkirin de, eger ev sîstema ku Birêz Ocalan zûdeyî dîtiye bihata bicihanîn, wê pêwîstî bi netewe dewletên bi vî rengî nema bûya.
Pêwîste asta tecrîda li ser Birêz Ocalan rast bê nirxandin. Weke Kongreya Civaka Demokratîk di wê baweriyê de ne ku ev tecrîd di çarçoveya plan û bernameyekê de tê weşandin û armanca wê, pêşîgirtina li belavbûna dengê Ocalan e. Ji ber ku felsefeya aştiyê bi rastî jî felsefeyeke serdestan ditirsîne ye. Yên şer dixwazin û amûrên şer afirandine, di nava hewldana firotina van amûrên şer de ne. Hewl didin cîhaneke welê bafirînin, ku gelan li hemberî hev rakin û van amûrên xwe yên şer bifiroşin."
'ŞER NEÇARE BI AŞTIYÊ BIQEDE'
Guven bibîr xist, ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a berî çend rojan çûbû Îmraliyê, hê daxuyaniyek nedaye û destnîşan kir, divê CPT bi rengekî cidî nêzî vê mijarê bibe. Guven da zanîn, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bi tena serê xwe têrê nake, pêwîste demildest azad bibe û got, "Ti şer timî nîne. Her şer neçar e bi aştiyê biqede. Li Tirkiyeyê, ne tenê Kurd, divê her kes di vî warî de dengê xwe bilind bike."
'AKP/QESRÊ LI BAJARÊN KURDAN ŞER DA DESTPÊKIRIN'
Leyla Guven diyar kir, Komara Tirkiyeyê ji berê ve li hemberî pirsgirêka Kurd polîtîkaya ewlekariyê şopandiye û got, "Birêz Ocalan 17 salan li Girava Îmraliyê li mûxatab digeriya. Ji bo çareseriya bi rêbazên demokratîk bang dikir. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî dabû xuyakirin, ku ew ê ji bo çareserê gavekê bavêje, lê belê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê tevahiya cîhanê niyeta wî dît. Desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê şer da destpêkirin. Li 22 bajarên Kurdistanê derketina derve qedexe kir. Bi rengekî neheq mirov bi zorê ji malên xwe hatin derxistin. Li Cizîrê li pêş çavê her kesî, mirov li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin."
'AKP/QESR WÊ LI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ WERIN DARIZANDIN'
Guven anî ziman, di nava civakeke hatiye bêdengkirin de yekane kesê dipeyive Serokkomarê Tirk Erdogan e û ragihand, desthilatdariya AKP'ê hildiweşe. Guven diyar kir, AKP/Qesr wê ji niha û pê ve li gorî dilê xwe nikaribin sîstema xwe ava bikin û got, "Ji ber vê vê wehşeta kiriye, AKP/Qesr wê li dadgehên navneteweyî bên darizandin û nikarin ji vê rewşê birevin."