Li Qada operasyonê ya Licê 5 kes hatin binçavkirin

Leşkerên Tirk ên ku li gundên navçeyên Karaz û Licê bi ser malan de girtin 5 kes binçav kirin.

Piştî operasyona leşkerî ya li gundên navçeyên Amedê, qedexa hate îlankiri. Li mezraya Keramok a gundê Benê ya Karazê welatiyê bi navê Ercan Demîrcan, Ozcan Demîrcan û Menav Demîrcan ji aliyê leşkeran ve di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Li gundê Dêrxust a Licê jî Abdullah Mercan (70) û ji gundê Cinezurê jî Alî Ceylan (26) ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin qereqolê.