Şewata li Çiyayê Cûdiyê her diçe mezin dibe

Agirê ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, topbarana ji Fermandariya Qereqola Mîllî çiyayê Cûdiyê girt, bi hezaran donim erazî kir xwelî û hê jî didome.

Şewata ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk ku 24’ê Hezîranê destpê kiribûn û topbarana ji Qereqola Mîllî ya Balverenê, bi hezaran donim erazî û pê re jî bax û baxçe bûn xwelî. Li Çiyayê Cûdiyê ku cih bi cih tê topbarandin, gundên Gilindor, Gundikê Remo, Cifanê û Akêt jî bi xeteriya şewatê re hevrû ne.

Dîsa bi sedan karkerên li madenan dixebitin ku li qûntarên Çiyayê Cûdiyê û bejahiya gundan e, bi xeteriyê re hevrû ne.

Welatiyên ku ji Şirnexê koçî gundên Gilindor, Gundikê Remo, Cifanê û Akêt kiribûn, hewl didin şewatê vemirînin, lê ev hewldan jî bi topbarana ji Fermandariya Qereqola Mîllî ya Balverenê tê astengkirin. Niha li bejahiya gundan gelek bax û baxçe bûne xwelî.

Agir her diçe berbelav dibe.