Ji bo şervanên Kobanê: Berbanga Şimsala Kobanê
Nivîskara pirtûka "Berbanga Şimsala Kobanê" ya ji bo şervanên Kobanê hatiye nivîsandin Zeynep Cûdî Kobanê got, "Kêm be jî, min xwest bi nivîsandinê bersivê bidim bîranîna şehîdan."
Nivîskara pirtûka "Berbanga Şimsala Kobanê" ya ji bo şervanên Kobanê hatiye nivîsandin Zeynep Cûdî Kobanê got, "Kêm be jî, min xwest bi nivîsandinê bersivê bidim bîranîna şehîdan."
Nivîskar Zeynep Cûdî Kobanê, ku di pirtûka xwe ya bi navê "Berbanga Şimsala Kobanê" de qala têkoşîna mezin a şervanên YPG'ê û gel a li Kobanê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê kir, ji ANF'ê re axivî.
Zeynep Cûdî Kobanê, ku gerîlayek ji Kobanê ye diyar kir, têkoşîna azadiyê ya li Kobanê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê hat nîşandan, divê neyê ji bîrkirin, lewma wê dest bi nivîsandinê kiriye.
'JIYANA ŞEHÎDAN BÛN SEDEM JI BO EZ BINIVÎSÎNIM'
Hûn ji Kobanê ne. Çi bû sedem ku hûn binivîsînin?
Ji bo rewş û qewimînan binivîsînim û bikim malê dîrokê, min timî dixwest tiştekî binivîsînim. Ji ber şerê li Kurdistanê min nikarîbû vê xeyala xwe pêk bînim. Ji ber ku di dema zarokatiyê de derfetên me yên xwedin û nivîsandinê tinebûn. Piştî ku tevlî nava partiyê bûm, min xwendin û nivîsandina xwe bi pêş de bir. Ya ku bû sedem e binivîsînim, jiyaan hevrêyên şehîd bû. Nenivîsandina wan, venegotian wan, gelekî bandor li min dikir. Her kêliya jiyana partiyê mîna romanekê ye. Bi taybetî jiyana bi şehîdan hatiye avakirin. Min gelek caran li ser hevalên şehîd nivîsand, lê min timî xwe kêm dît. ji ber daneheviya bi salan a li çiyê, jiyan û qewimîn carna ji ber xwe ve diherikin.
Di dema berxwedana Kobanê de, ku gelê Kurd li dijî êrîşên bi çekên giran berxwedaneke bi heybet nîşan da, min pirtûka xwe ya destpêkê nivîsand. Ya ku hişt ez binivîsînim, pêwîstiya nivîsandina vê berxwedanê bû. Gelê Kurd êdî gelê berê nebû. Xwedîderketina li hebûn û azadiya xwe yek ji sedemên nivîsandina min bû. Di rewşeke ku temamiya cîhanê çavên xwe li van êrîşan digirtin de, ewladên Kurd bê tirs bedena xwe dikirin agirê azadiyê û di dilê zêhniyeta faşîst de diteqandin. Bedena xwe li cihên derbasbûnê dikirin bend û bi vî rengî li pêşiya derbasbûna dijmin dibûn asteng. Heta kêliya dawî di berxwedanê de israr kirin. Tiştekî cuda ye ku mirov bi rûkenî ber bi mirinê ve bimeşin. Mînak; hevalek li ber tabelaya 'Hûn bi xêr hatin Kobanê' sekinî û bi gotina 'Em ê nehêlin ji wir derbas bibin' li dijî tankan bedena xwe kir sîper. Rastiya Arîn, Revan, Evîn, Apê Nemir ev e. Mînakên roja îro yên berxwedana dîrokî ya gelê Kurd in. Û bêguman bi dehan lehengên din ên min nekarî navê wan bijmêrim.
'BERXWEDAN BI RUHÊ RÊBER APO DESTPÊ KIR'
We di pirtûka xwe de bi çi rengî cih dan vê berxwedanê?
Berxwedana li Kobanê berxwedaneke îdeolojîk, felsefî ye. Ev yek ji bo min bû çavkaniyeke mezin a îlhamê. Lewma paş de gav nehat avêtin. Berxwedana şervanên aşiqê azadiyê ne berxwedana Kobanê. Min hewl da her benda pirtûkê bi vê berxwedanê bihûnim. Di heman demê de min hewl da berxwedan,e rdnîgarî, çand û rewşa civakî ya Kobanê jî vebêjim. Ji ber ku têkiliya vê berxwedanê yekser bi vê ve heye. Bi taybetî, min nikarîbû hebûna jinê û guherîn û veguherîna bi Şoreşa Rojava ve ji aliyê jinê ve hatin kirin, ji nedîtî ve bêm. Ev guherîn û veguherîn jî, encex bi saya îdeoojiya Rêber Apo dikarî bê nirxandin. Ji bilî vê, ti hêzê nikarîbû jinên li Kobanê ewçendî biguherîne, perwerde bike û baweriya ji xwe bide wan. Tovên destpêkê yên vê yekê jî, di dema hatina Rêber Apo ya li xaka Rojhilata Navîn de hat avêtin, ku ewilî li Kobanê ma. Berxwedana Kobanê bi vî ruhî destpê kir.
Weke gerîlayek ji Kobanê, gelo ne zehmet e ku mirov li çiyê li ser Kobanê binivîsînin?
Ez di nava berxwedana Kobanê de tinebûm, lê belê di wê baweriyê de bûm ku diviyabû hestên xwe û wê demê bikim malê dîrokê. Ji bo min pêvajoyeke gelekî zehmet û giran bû. Gundê ez lê ji dayik bûm û gundên cîran ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn talankirin. Bûyer kêlî bi kêlî di mejî û dilê min de bicih dibûn. Belê, ez ne li wir bûm lê belê şervanên azadiyê li wir hebûn ku bedena xwe dikirin sîper. Vê yekê dilê min rehet dikir. Min gelekî dixwest li wê derê binivîsînim. Wekî din, derfetên min ê lêkolînkirnê jî tinebûn. Ez dizanim, di wî warî de kêmasî hene, lê bawerim wê xwendevan di vî warî de min fêm bikin. Min hestên xwe yên di wê demê de bi giranî derxist pêş. Min xwest eşqa azadiyê ya li xaka Kobanê ku qîrîna dayik û zarokan bi tilîliyên azadiyê re bûn yek, binivîsînim.
Di navê pirtûka we de gotina 'Şimsal' heye, ku balê dikişîne. Ev tê çi wateyê?
Navê pirtûk amin "Berbanga Şimsala Kobanê" ye. Şimsal tê wateya bilûrê. Gotinek bi Soranî ye. Bilûra di dilê mirovan de deng vedide û bûyerên li Kobanê ji bo min tên heman wateyê. Mîna awazeke azadiyê ye ku ji dûr ve me digihîne rastiya xwe.
'DIVÊ TIMÎ BIJÎN'
Herî dawî tiştekî hûn dixwazin ji xwendevanên xwe re bêje heye?
Ji bo naskirina gelek hevalên şehîd ketine, min hin nivîs nivîsand. Nivîsandina van evîndaran bêguman erka her evîndareke/î azadiyê ye. Divê ew timî bijîn û li ser zimanan bin. Lewma min pirtûka xwe ji bo bîranîna aşiqên azadiyê yên li Kobanê şehîd ketin nivîsand. Kêm be jî min xwest, berxwedan, ken û biryardariya wan a ji bo azadiyê binivîsînim.