Li Gimgimê operasyona leşkerî
Li bejahiya gundên Qulan, Gulîce û Baska yên navçeya Gimgim a Mûşê, operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Hat ragihandin, li herêma navbera gundên Qeremêş û Goma Gorgo jî operasyon tê meşandin.
Li bejahiya gundên Qulan, Gulîce û Baska yên navçeya Gimgim a Mûşê, operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Hat ragihandin, li herêma navbera gundên Qeremêş û Goma Gorgo jî operasyon tê meşandin.
Li bejahiya gundên Qulan, Gulîce û Baska yên navçeya Gimgim a Mûşê, ji aliyê gelek leşkerên Tirk ve operasyon tê meşandin. Yekîneyên leşkerî bi wesayîtên sivîl çûn herêma operasyonê û li ser girên stratejîk ên li bejahiya gundan bi cih bûn.
Li aliyê din, li gorî agahiyên ji çavli herêma darizanî ya li herêma navbera gundên Qeremêş û Goma Gorgo û li qiraxa çemê vê herêmê operasyon tê meşandin.