Li başûrê Minbicê 16 çete hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ên li aliyê başûr derbas kirin û hinekî din xwe nêzî navenda bajêr kirin. Di şerê li vir de heta niha 16 çete hatine kuştin.

Operasyaon 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê, di roja xwe ya 27. de ye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê roj bi roj serketinên mezin bi dest dixin û her bi pêş de diçin.

Şervanan xwe gihandin Çerxerêya Aşên Minbicê, ku bi 1 kîlometreyî li bakurê depoyên genim ên bajarê. Bi vê yekê ve şervanan xeta parastinê  ya çeteyan a li aliyê başûrê ya li ser rêya Minbic- Meskenê derbas kirin.

Ev pêşdeçûn û serketina şervanan, piştî şerê dijwar ê duh bi şev saet di 02:00 de destpê kir û heta niha dewam dike de pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heta niha 16 çete di vî şerî de hatine kuştin.

Şerê li  herêmê bi dijwarî dewam dike.