Zikat û fitrên xwe bişînin bajarên hatine xerakirin
Mele Abdurrahman Akyuz, ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên bi tank û topên dewleta Tirk hatin xerakirin banga piştgiriyê kir û xwest, her kes zikat û fitrên xwe bişînin Cizîr, Gever, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya û Sûrê.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH
duşem, 27 pûşperê 2016, 07:10
Endamê DIYA-DER'ê Mele Abdurrahman Akyuz ji bajarên xwerêveberiyê yên bi tank û topên dewleta Tirk hatin xexerakirin, banga piştgiriyê li welatiyan kir û got, ji bo mirov bibin civakeke çê, divê mirov êş û kêfxweşiyên xwe parve bikin. Akyuz işaret bi girîngiya piştgiriya ji bo Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya û Geverê kir.
Akyuz got, "Eger di nava civakê de mirov bi kêfxweşiyan kêfxweş bibin, bi êşan bêşin, wê demê mirovê karibe bibe civakeke baş e. Eger nêrîna paşverû ya 'min xwe xelas kir, çi ji min re ji yên mayî' li nava mirovan bê belavkirin, ew civak wê bibe civakeke nexweş. Lewma, erdhej, lehî û şer felaket in. Di sedsala 21'an de ya ku em herî zêde dibînin, bi taybetî jî li erdnîgariya em lê dijîn, şer e. Ji ber vî şerê, mirov ji cih û warên xwe dibin, bajar tarûmar dibin, xanî xera dibin. Mirov neçar dimînin koç bikin. Ya herî giran jî; mirov jiyana xwe ji dest didin."
Akyuz da xuyakirin, ku li gorî baweriya Îslamê divê mirov bi xemsarî nêzî êşên tên kişandin nebin û bang li mirovan kir, ku zikat û fitrên xwe bidin mirovên li erdnîgariya me yên ji ber mexd3ur bûne.
Di dewama axaftina xwe de Akyuz got, "Di rewşeke ku li erdnîgariya me, li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Geverê mirovên me van êşan dikişînin de, nabe ku em xemsar bin. Ev yek ferzê baweriya me ye. Pêwîste em alîkariya ji destê xwe tê, bi her awayî bikin. Qurana pîroz vê dibêje; Heta ku hûn dest ji malên hûn jê hez dikin bernedin, hûn nikarin bibin bawermend'. Ebû Talha yê vê dibihîze, bexçeyê xwe yê gelekî jê hez dikir, dixwaze ji bo xêra Xwedê belav bike û vê ji Hz. Mûhammed re dibêje. Divê mirov karibin malên xwe bidin mirovên hewcedar. Em hemû dizanin ev şer şerê herî giran ê vê sedsalê ye. Şer çi ye? Mirin e, xwîn e, rondikên çavan e. Li şûna şer em daxwaza aştiyê dikin. Em naxwazin mirov bimirin. Tevî vê yekê jî, divê em alîkariyê bidin mirovên xwe yên li Cizîr, Şirnex, Silopiya, Sûr, Gever, Nisêbînê, ku malên wan talan bûne. Xêra herî mezin e ku mirov îsal zikat û fitrên xwe bidin van mirovan. Ev ferzeke baweriya me ye, ferzeke rojiya me ye, ferzeke nimêja me ye."