Mînaka jiyana hevpar a gelan: Navenda Jinê ya Sara
Navenda Jinê ya Sara ya li Xelfetiyê, ku karê çand û hunerî dimeşîne, bi şagirtên xwe yên ji gelên Kurd, Ermenî û Tirkmen ve, mînakek ji jiyana hevpar a gelan e.
Navenda Jinê ya Sara ya li Xelfetiyê, ku karê çand û hunerî dimeşîne, bi şagirtên xwe yên ji gelên Kurd, Ermenî û Tirkmen ve, mînakek ji jiyana hevpar a gelan e.
Navenda Jinê ya Sara, ku li navçeya Xelfetî ya Rihayê karê çand û hunerî dimeşîne, bala Xelfetiyiyan dikişîne. Navenda Jinê ya Sara, tevî Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Rihayê qursan lidar dixe, bi şagirtên xwe yên ji 7 heta 70 salî ve bûye mozaîka gelan. Mirovên Kurd, Ermenî û Tirkmen ên li navçeyê dijîn, li van qursan perwerdeya çand û hunerê dibînin. Bi vî rengê xwe ve navend bûye mînakek bedew ji jiyana hevpar a gelan. Li navendê, ewilî qursên tembûr û defê hat dayîn, piştre berfireh bû û niha qursên gîtar û govendê jî lê hatin zêdekirin.
ERMENÎ, KURD Û TIRKMEN BI HEV RE KAREKÎ HUNERÎ DIMEŞÎNIN
Civaknasa navenda jinê Elîf Ûras li ser qursên çand û hunerî yên di dawiya hefteyê de li Navenda Jinê ya Sara tê dayîn agahî da û anî ziman ku ew li bendê ne her kesên dixwazin xwe ji aliyê hunerî ve bi pêş de bibin, beşdarî van qursên wan ên bêpere bibin. Ûras da zanîn, wan di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Navenda Jinê ya Sara vekirin û ev sê meh in bi rengekî çalak dixebitin. Ûras diyar kir, qursên wan ji du beşan pêk tê, yek jê ji bo zarokan, beşa din jî ji bo mirovên emr mezin e û anî ziman, tevî ku kontenjana qursê tijî bûye jî qeyd dewam dike û wan li gorî pêwîstiyan qursên nû dane destpêkirin. Ûras da xuyakirin, ku qursên wan di nava coş û kelecaneke mezin de pêk tên û got, "Karê çand û hunerî mirovan digihîn hev. Ji kîjan gelî dibe bila bibe, m,rov di çalakiyên çand û hunerê de tên cem hev. Û ji bo jiyaneke bi xwişk û biratiyê, bingehek dafire."
'QURSAN, XELFETÎ ZINDÎ KIR'
Ûras bibîr xist, ku Xelfetî bajarekî kozmopolîtan e û got, "Li vir Kurd, Ermenî, Tirkmen bi sedan salan e bi hev re dijîn. Dikarin bi rengekî biratî û aştiyane bi hev re bijîn. Yek ji cihên ku mirovên ji nasnameyên cuda bi hev re di nava xwişk û biratiyê de dijîn Xelfetî ye. Ev yek bandorê li qursên me jî dike. Hem Ermenî, hem Kurd, hem jî Tirkmen bi hev re tevlî dibin. Dş çarçoveya qursên ji 35-40 kesî de li Navenda Jinê ya Sara perwerde tê dayîn."
Ûras bal kişand ser eleqeya ji bo navendê tê nîşandan û got, "Li Xelfetiyê çalakiyên çandî û hunerî gelekî kêm bûn. Van qursan Xelfetî zindî kir." Ûras her wiha ragihand, ku navenda wan ne tenê ji bo jinan e û da zanîn, ew ê xebatên xwe hîn bêhtir berfireh bikin.
'JIN XWEDÎ LI ERBANEYÊ DERKETIN'
Mamosteya Erbanê Emîn Isi kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûnan nîşan da û ragihand amûra Erbanê, ku ew dersa wê dide, amûreke jinên Kurd e. Isi diyar kir, li Xelfetiyê jin xwedî li Erbaneyê derdikevin û got, "Xelfetî ji bo gelê Kurd cihekî pîroz e. Em jî hewl didin ji aliyê çandî ve tevkariyê li vê rewşê bikin. Mîna ku Birêz Ocalan dibêje; huner lêgerîna li rastiyê ye, heqîqet jî vegera li rastiya xwe ye. Em jî bi vê felsefeyê ji bo lêgerîna li heqîqetê karê hunerî dimeşînin. Li Xelfetiyê tevlîbûneke xurt li vî karî heye. Karê me ev meh û nîveke dewam dike. Wê 2-3 mehên din jî bidomin."