Acar a HDP'yî: Em natirsin, lê êdî emrê AKP'ê ne dirêj e
Acar got, "Em natirsin. Ji xwe di nava 6 mehan de gelek parlamenterên me li bajarên hatin xerakirin û şewitandin nêzî mirinê bûn." Acar destnîşan kir, emrê desthilatdariyê ne dirêj e.
Acar got, "Em natirsin. Ji xwe di nava 6 mehan de gelek parlamenterên me li bajarên hatin xerakirin û şewitandin nêzî mirinê bûn." Acar destnîşan kir, emrê desthilatdariyê ne dirêj e.
Acar got, "Em natirsin. Ji xwe di nava 6 mehan de gelek parlamenterên me li bajarên hatin xerakirin û şewitandin nêzî mirinê bûn." Acar destnîşan kir, emrê desthilatdariyê ne dirêj e.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ji ANF'ê re axivî û diyar kir, hemû partiyên li nava sîstemê, ji bo wan ji Meclîsê bavêjin bûne yek. Acar destnîşan kir, ku ew ê îfadeyê nedin dadgeriya bi Tayyîp Erdogan re çay dida hev û got, "Ji xwe destnedana me tinebû."
'EM Ê ÎFADEYÊ NEDIN DADGERIYA BÛYE KOMÎSYONA AKP'Ê
Parlamenter Ayşe Acar Başaran da xuyakirin, ku ya diqewime xeleka dawî ya şerê desthilatdariya AKP'ê ye û ev tespît kir:
"Rakirina destnedanê xelekek ji konsepta qirkirina siyasî bû. Em hewldana bicihkirina qeyûman li şaredariyan weke xeleka dawî ya vî şerî dibinîn. Ji xwe, helwesta berî û piştî rakirina destnedanê, ev nêrînên me careke din piştrast kir. Di her kêliyê de Serokkomar, Serokwezîr û rayedarên din ên hikûmetê HDP û parlamenterên HDP'ê hedef nîşan dan û hewl dan dehf bidin derveyî siyasetê. Ez careke din bêjim; em ê îfadeyê nedin dadgeriya ku bi Serokkomar re çay dide hev û veguheriye komîsyona AKP'ê. Bi rêya telefonê bang li parlamenteran dikin ku îfadeyê bidin. Ev yek weke bangê nayê qebûlkirin. Ji niha û pê ve wê teblîgatê bişînin an jî biryara girtinê bidin; ew bi kêfa xwe ne. Ji aliyê me ve, paşdegavavêtin nîne. Ew dixwazin bi vê rêyê komkujî û nelirêtiya xwe binixumînin. Divê gelê me zanibe; AKP ji xwe re rojeveke din dafirîne."
'KÊM MA YE DESTHILATDARIYA AKP'Ê BIQEDE'
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn, AKP ji ber sûcên xwe yên şer, li qada navneteweyî êdî ne rewa ye û got, "Em ji bo azaadiya vî gelî, ji bo azadiya Tirkiyeyê, ji bo berjewendiyên gel siyasetê dikin. Lewma em ji AKP a ku hewl dide bi girtinê çav li me bitirsîne dibêjin: em natirsin. Ji xwe di nava 6 mehan de gelek parlamenterên me li bajarên hatin xerakirin û şewitandin nêzî mirinê bûn."
Acar Başaran da xuyakirin, ku AKP çiqasî îdîa bike ku ji ber xisara daye Kurdistanê serketiye jî, ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ew tengav bûye û got, "Ev desthilatdariya ku êdî li qada navneteweyî ne rewa ye, emrê xwe jî kurt e. Em ê vê yekê bi hev re bibînin."