Cenazeya gerîlaya HPG’ê Akdogan hate definkirin
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li Tetwanê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe gundê Xurekan a Geverê hate definkirin.
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li Tetwanê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe gundê Xurekan a Geverê hate definkirin.
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li Tetwanê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe gundê Xurekan a Geverê hate definkirin.Dayika Akdogan, Fatma Akdogan di konê sersaxiyê de wiha got: “ Heta dawiya jiyanê em ê li ser rêya keça xwe bimeşînin.”
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Semîha Akdogan (Dorşîn Viyan) a li navçeya Tetwana Bedlîsê di encama êrîşa tîmên taybet ku gule li wesayîtê reşandibûn de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Xurekan a navçeya Gever a Colemêrgê hate oxirkirin. Li gel endamên DBP û HDP’ê gelek gundiyên derdorê beşdarî merasîma cenazeya Akdogan bûn. Ji bo gerîlaya HPG’ê Akdogan a ku bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate definkirin, îro li navenda gund konê şînê hat danîn. Di nav de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî heyî bi sedan welatî çûn konê sersaxiyê.
‘EZ Ê TÊKOŞÎNA KEÇA XWE BERDEWAM BIKIM’
Di mala şînê de dayika Akdogan, Fatma Akdoğan axivî û diyar kir ku ew ê heya dawiya jiyana xwe ji rêya têkoşîna keça xwe venegere. Akdogan anî ziman ku hemû êşa jinên Kurd hevpar e û axaftina xwe wiha domand: “Baş e ku min parçeyên keça xwe dîtin û anîn cem xwe. Bila serê gelê Kurd sax be. Keça min jineke rûken û zîrek bû. Wekî hevala min bû.”
Dayika Aştiyê Leyla Dûman jî ji malbata Akdogan re sersaxî xwest û ev tişt anîn ziman: “Semîha şehîda me hemûyan e. Kesên xwe nas nakin û di rêya şaş de diçin bila rastiyan bibînin êdî.”