Ji gerîlayan li Amed, Şirnex û Wanê çalakiyên bi bandor
HPG’ê ragihand ku di çalakiya 23’yê Hezîranê de ku li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hate lidarxistin, 20 wesayîtên qereqola jendermeyan hatin îmhakirin, 1 jê Serpel, 20 leşker hatin kuştin, 2 jê berbaz zêdetirî 40 leşkeran jî birîndar bûn.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 26 pûşperê 2016, 15:48
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku di çalakiya 23’yê Hezîranê de ku li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hate lidarxistin, 20 wesayîtên sîvîl ên aîdî qereqola jendermeyan hatin îmhakirin, 1 jê Serpel, 20 leşker hatin kuştin, 2 jê berbaz zêdetirî 40 leşkeran jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku têkildarî çalakiya li navçeya Mehserta Mêrdînê de gotibûn ku 10 keşker hatibûn kuştin, li gorî agahiyên herî dawî 20 wesayîtên sivîl hatine îmhakirin, 1 jê serpel, 20 leşker hatine kuştin, 2 jê berbaz zêdetirî 40 leşkerî jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat destnîşankirin ku di 25’ê Hezîranê de hêzên gerîlayan li hember qereqola girê Harûna ya girêdayî navçeya Şemzînanê çalakiyek bi çekên navîn û giran li dar xistine. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “25’ê Hezîranê saet 18:00’an, hêzên me li hember qereqola girê Harûna a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran û navîn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Şapatan û Dûrê herêma Xûnava bi obus û hewanan bombe kirin. Di encama bombebaranê de ziyaneke mezin gihişt bax û baxçeyên gel.
LI HEMBER 2 KOMÊN LEŞKERAN ÇALAKÎ
25’ê Hezîranê di saetên sibehê de gerîlayên me li hember 2 komên leşkeran ên artêşa TC a ku li herêma Mestê Meryema û Çiyayê Filleha a girêdayî herêma Besta ya Şirnexê operasyon dabûn destpêkirin, çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ji her du koman 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin. Operasyona li vê herêmê hatibû destpêkirin hê jî dewam dike.
LI HEMBER LEŞKERÊN KU LI NUQTEYA KONTROLÊ DIMAN ÇALAKÎ
25’ê Hezîranê saet 16:00’an, hêzên gerîlayên me li hember nuqteyeke kontrolê ya li rêya Çemê Elîk a li ser rêya Amed-Licê çalakiyek li dar xistin. Wesayîta zirxî a Kobra ku li rexê rê hate hedefkirin, bi roketan jî hate derbkirin. Leşkerên li çeperan jî bi çekên ferdî hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
DI ÇALAKIYÊN LI GUNDÊN HEZRO Û LICÊ DE JÎ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
24-25’ê Hezîranê di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa TC a ku li derdora gundê Helhel a girêdayî Hezro û gundê Derxûst, Sîsê yên girêdayî Licê derketibûn operasyonê de şer qewimîn. Di encama çalakiya hêzên me de 5 leşker hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
TÊKILDARÎ ÇALAKIYA LI MEHSERTÊ AGAHIYÊN NÛ
23’yê Hezîranê saet 20:00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola jendermeyan a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê çalakiyek li dar xistibûn. Têkildarî vê çalakiyê ji beriya niha me ragihandibû ku 10 leşker hatine kuştin û birîndar hene.
Li gorî agahiyên herî dawî hatine bidestxistin, 20 wesayîtên sivîl ên aîdî Fermandariya Jendermeyan hatine îmhakirin; 20 leşker hatine kuştin û zêdetirî 40 leşkeran jî birîndar bûne. Ji leşkerên hatine kuştin 1 jê serpel e. Her wiha di nav birîndaran de 2 berbaz jî hene.
LI ELBAKÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
26’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li hember qereqola Xelkava a girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakiyek li dar xistin. Bi awayek xurt li leşkerên li derdora kuleyê kom bûne hate xistin. Li vir 3 leşker hatin kuştin.
23’yê Hezîranê saet 23:00’an, hêzên gerîlayên me li bejahiya gundê Hêman a girêdayî navçeya Dep a Xarpêtê bi artêşa TC re hevrû hatiye û ketiye şer. Di vî şerî de 2 hevrêyên me şehîd ketine. Piştî şer, artêşa TC li herêmê operasyon da destpêkirin.
KEPÇE HATE DERBKIRIN
25’ê Hezîranê saet di navbera 08:00-12:00’an de gerîlayên me li hember wesayîta kepçe a ku li derdora qereqola Sînek a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê rê çêdikir, çalakiyek bi çekên giran li dar xistin. Di çalakiyê de kepçe hate derbkirin.
25’ê Hezîranê saet 09:00’an, gerîlayên me li hember leşkerên qereqola Bespin a girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çalakiyek a sekvaniyê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.
24’ê Hezîranê saet di navbera 12:00-14:00’an de balafirên artêşa TC derdora gundên Spîndarok û Gundikê Remo yên girêdayî herêma Cûdî ya Şirnexê bombe kirin; qereqolên li derdor jî heman herêm dan ber obus û hewanan.”
Nasnameya gerîlayên HPG’ê yên ku li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Dijwar Erkendî
Nav û Paşnav: Hasan Şendûr
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik-Bav: Lutfiye – Mehmet Burî
Cih û Dîroka Şehadetê: Xarpêt/ 23’yê Hezîrana 2016’an
***
Nasnav: Gabar Reber
Nav û Paşnav: Reber Tenha
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik-Bav: Fatma – Mehmet Mehdî
Cih û Dîroka Şehadetê: Xarpêt/ 23’yê Haziran 2016 ”