Hilweşandin 10 roj piştî biryara dadgehê hat sekinandin
Biryara Dadgeha Îdarî ya Herêma Mêrdînê, ku xwest hilweşandina xaniyên li Cizîrê ya di çarçoveya 'îstimlaqkirina lezgîn' de dihat kirin bê rawestandin, encex piştî 10 rojan bi cih hat anîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk, li ser biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a Desteya Wezîran li taxên Cûdî û Nûrê xanî hatin hilweşandin. Bavê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Ahmet Tunç, welatiyên bi navê Latîfe Tûtûş û Abdurrezak Tul ji bo avahiyên wan neyê hilweşandin û serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da. Dadgehê serlêdan qebûl kiribû û bicihanîna biryara hilweşandinê rawestand. Lê belê ev biryara ku diviyabû di cih de bicih bihata anîn, piştî 10 rojan bicih hat anîn.
Li navçeya Hezexê jî heman dadgeh karê hilweşandina 2 malan rawestandin. Di çarçoveya biryara emsalî de hilweşandina tevahiya avahiyên li Hezexê hat rawestandin. Dadgehê ji bo Cizîrê jî heman biryar girtibû, lê hilweşandina avahiyan piştî 10 rojan hat rawestandin.