YNK-Goran bi partiyên Tirkmen û Asûrî-Keldanî re dest bi hevdîtinan kir

Tevgera YNK-Goran ku ev 3 roj in li Baxdayê bi partiyên siyasî û derdoran re hevdîtinan pêk tîne, li Başûrê Kurdistanê jî bi derdorên cihê re dest bi hevdîtinan kir.

Şandeyek ji Konseya hevpar a YNK-Goran, di çarçoveya hevdîtinên li Hewlêrê de îro bi Eniya Turkmenan re hevdîtin pêk anî. Di çarçoveya têkiliyan de, tevî partiyên Asûrî-Keldanî wê bi gelek partiyên cihê re hevdîtin werin kirin.

Tevgera YNK-Goran li ser xalên ku li hev kirin wê bi aliyan re bi şandeyeke hevpar hevdîtinan pêk bînin. Şandeyê ji PDK’ê jî randevû xwestiye, lê PDK'ê bersiv nedaye vê daxwazê. PDK beriya niha jî nexwestibû bi heyeta hevpar a her du aliyan re hevdîtinê bike.