Li Minbicê êrîşa çeteyan a li ser depoyên genim hat şikandin
Şervanên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan a li ser depoyên genim ên li bajarê Minbicê şikandin û li vir 5 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan a li ser depoyên genim ên li bajarê Minbicê şikandin û li vir 5 çete hatin kuştin.
Hate ragihandin ku îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşî depoyên genim ên li Minbicê kirine. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşa çeteyan û şer qewimî. Êrîşa çeteyan hate pûçkirin û di şer de 5 çete hatin kuştin.
Her wiha balafirên şer ên Koalisyona Navneteweyî jî saet 14.00’an li dijî nuqteyeke çeteyan êrîş pêk anî. Lê, encamên vê êrîşê nehatin zanîn.
Depoyên Minbicê yên ku xwedî cihekî stratejîk in, di 24’ê Hezîranê de ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin.