Mehek derbas bû: Kurê min li ku ye?

Rêveberê DBP'ê yê Şirnex Hûrşît Kulter ku beriya 32 rojan hatibû binçavkirin hê jî tu agahî jê nayê wergirtin. Dayika Kulter ev 32 roj in li aqûbeta kurê xwe dipirse.

Rêveberê DBP'ê yê Şirnex Hûrşît Kulter piştî êrîşên qirkirinê yên li hember Şirnexê mala xwe ne terikand û di 27'ê Gulanê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Tevî ku şahidên binçavkirina Kulter hene jî der barê binçavkirina wî de ji aliyên rayedarên dewletê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Kulter di 27'ê Gulanê de ji malbata xwe re peyama, "Heqê xwe helal bikin" şandibû û piştre ji Kulter jê nehatibû girtin. Der barê binçavkirina wî de cara ewil li ser hesaba tora civakî ya "BOF @Tweet_Guneydogu" agahî hatibû parvekirin.

Piştî serlêdana parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbata Kulter ya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê, Serdozgerî û Walîtiya Tirk ên li Şirnexê neçar mabûn ku daxuyaniyekê bidin. Lê di vê daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hatiye kirin de dihat gotin ku Hûrşît Kulter ne di destê hêzên dewletê de ye.

Li ser hemû hewldanên li Tirkiyeyê der barê aqûbeta Kulter de ti agahî nehat wergirtin û li ser vê yekê parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbata Kulter serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komeleya Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Her çiqas NY û DMME'yê der barê lêkolîna rewşa Kulter de biryara da bin jî hê ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

KERÎME KULTER JÎ BÛ DAYIKA ŞEMIYÊ

Dayika Kulter Kerîme Kulter ev 32 roj in dipirse ka kurê wê li ku ye. Dayik Kerîme ji Dayikên Şemiyê re peyam şand û got ku em hemû dayik destê xwe bidin hev û li zarokên xwe xwedî derkevin. Dayik Kulter da zanîn ku kurê wê di destê dewletê de ye û ew ê heya dilopa dawî ya xwîna xwe li kurê xwe bigere.