Emniyeta Şirnexê binçavkirina S.Î. piştî saetan qebûl kir
Zarokê bi navê S.Î.'yê 14 salî yê li Şirnexê hate binçavkirin li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan hatiye girtin û piştî 12 saetan anîne Şaxa Zarokan.
Zarokê bi navê S.Î.'yê 14 salî yê li Şirnexê hate binçavkirin li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan hatiye girtin û piştî 12 saetan anîne Şaxa Zarokan.
Li Şirnexê ku erîşên qirkirinê 105 roj in berdewam dike, zarokê bi navê S.Î. yê 14 salî ku li ber mala xwe hatibû binçavkirin, 12 saetan agahî jê nedihat wergirtin. S.Î. yê ku ji aliyê cerdevanan ve hatibû binçavkirin, radestî tîmên taybet hatibû kirin.
Apê S.Î. dema ku biraziyê wî hatibû binçavkirin dîtibû, lê li gel vê yekê jî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan binçavkirina S.Î. qebûl nekiribûn.
23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a ku binçavkirina S.Î. înkar kiribû, piştî 12 saetan zarok teslîmî Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Şirnexê kir.