Agirê ku leşkeran li Licê pêxistin her ku diçe berbelav dibe

Agirê ku leşkeran li navçeya Licê ya Amedê pêxistin, her ku diçe berbelav dibe. Li 3 herêmên cuda ên ku di navbera gundên Goma Pirê û Qereqola Tepe de ne jî dişewitin.

Piştî ku li gelek gundên navçeya Licê ya Amedê, "Qedexeya kolanan" hat îlankirin û operasyonên hewayî û bejahî hatin destpêkirin, bi destê leşkeran li gelek herêman daristan hate şewitandin. Leşkerên Tirk destûra tamirandina agir nadin. Her ku diçe ev agir dibe sedema şewata daristanên nû. Ji ber agirê li herêma Sîsê dûmanê tevahî asîman girtiye, li herêma mabeyna gundên Angûl û Derxust de jî her kêlî agir hê mezintir dibe.

Li herêma navbera qereqola Tepe û Gomê Pirê, ji ber topbaranê li 3 nuqteyên cuda agir bi eraziyê girt. Agirê li nêzî Peşê Kevir û Goma Pirê destpê kir, her deqe hê mezintir dibe.