KURDISTAN
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt.
Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin.
KCK’ê got, “Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
Li Licê 20 kes hatin binçavkirin
Êrîşên çeteyên Qesrê yên li hemberî Licê didomin. Tevî êrîşên leşkerî, di operasyonên qirkirina siyasî de îro 20 kes hatin binçavkirin.
-
-
Ya ku PDK û AKP dike, yek e
Berdevkê Têkiliyên Derve yên KCK'ê Serhat Varto nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK'ê da, ku bi zext û girtinê dixwaze siyaseta li Başûrê Kurdistanê dîzayn bike û got, pêkanînên AKP û PDK'ê yek e.
-
'Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşîna xwe mezintir bikin'
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Mexmûrê, der barê tecrîda li ser Ocalan de axivîn û gotin, "Armanca me ya herî mezin, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye." Gerîlayan diyar kirin, heta bicihanîna vê armancê, ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.
-
-
'Şaredarî piştî pêvajoya çareseriyê hedef hatin girtin'
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên li ser wezîfedarkirina qeyûm da û diyar kir, Şaredariya Êlihê ya di pêvajoya çaerseriyê de ji aliyê payebilindên AKP'yî ve jî dihat ecibandin, piştî vê pêvajoyê hedef hatiye nîşandan.
-
-
-
-
-
-
-
Obusên leşkerên Tirk welatiyek qetil kirin
Di encama teqîna obusê de ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkerên Tirk li ser şivanan barandin, şivanê bi navê Erkan Olmez (18) ê bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
-
YPG: Êrîşên çeteyan didomin
YPG der heqê şerêli Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên çeteyan ên di bin sîwana qaşo Koalîsyona Sûriyeyê de didomin.
-
-
Li sêgoşeya Eşrefiyê şerê dijwar
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku li Sêgoşeya Eşrefiyê ya bajarê Helebê di navbera şervanên wan û çeteyan de şerê dijwar diqewimin.
-
-
HPG: Hevalê me Çekdar Şax li ser peywira xwe ye
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku gerîlayê HPG’ê Çekdar Şax ê bi navê Ridvan Demîragaç ku 22’yê Hezîranê ragihandibûn ku jiyana xwe ji dest daye, niha li ser peywira xwe ye.
-
Ji gerîlayên HPG’ê li Bedlîsê çalakî
HPG’ê da xuyakirin ku 27’ê Hezîranê li girê Hêrvîs ê girêdayî Bedlîsê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sabotajê li dar xistine. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de 2 leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye.