Ya ku PDK û AKP dike, yek e

Berdevkê Têkiliyên Derve yên KCK'ê Serhat Varto nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK'ê da, ku bi zext û girtinê dixwaze siyaseta li Başûrê Kurdistanê dîzayn bike û got, pêkanînên AKP û PDK'ê yek e.

Berdevkê Têkiliyên Derve yên KCK'ê Serhat Varto nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK'ê da, ku bi zext û girtinê dixwaze siyaseta li Başûrê Kurdistanê dîzayn bike û got, pêkanînên AKP û PDK'ê yek e. Serhat Varto rewşa li Başûrê Kurdistanê, ji ANF'ê re nirxand.

'LI BAŞÛR SIYASETA DEMOKRATÎK NETEWEYÎ YA CEWHERÎ, QELS E'

Varto diyar kir, krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û got, "Krîza siyasî ji ber siyaseta li Başûrê Kurdistanê tê meşandin e. Siyaseta demokratîk û neteweyî ya cewherî, li Başûrê Kurdistanê gelekî qels e. Ji ber vê yekê, dema li Rojhilata Navîn krîzê rû da, hêzên li Başûrê Kurdistanê nikarîbûn siyaseta neteweyî û demokratîk bimeşînin. Hin hêzan xwe dan ber hêzên herêmê, hin ji wan jî bi hêzên navneteweyî re tevgeriyan. Vê yekê jî siyaseta li Başûrê Kurdistanê parçe kir. Siyaseteke demokratîk nehat afirandin. Gelên Rojhilata Navîn hina herî zêde pêwîstiyê bi siyaseteke demokratîk dibîne. Eger siyaseteke demokratîk hatibûya meşandin, wê di navbera Sûnî, Şîa, Ereb, Tirkmen û Kurdan de krîz derneketibûya."

'HER KES HEWCEDARÊ HIKÛMETÊ HATIYE KIRIN'

Serhat Varto da zanîn, li Başûrê Kurdistanê siyaset bi çi rengî hatibe meşandin, aborî jî bi heman rengî hatiye birêvebirin û got, "Nêzî 20 sal in li Başûrê Kurdistanê rewşeke federal heye. Lê belê di nava vê demê de gel bi tenê bi maeşan pere qezenç dike. Gel ya pêşmerge ye, ya mamoste ya jî polîs e. Her kes hewcedarê hikûmetê hatiye kirin. Ev yek jî nahêle gel hilberîne û aboriyeke alternatîf bafirîne. Ji ber vê yekê li Başûrê Kurdistanê aboriyeke civakî nehat avakirin. Gelekî ji aliyê aboriyê ve serbixwe be, hem ji aliyê ruhî hem jî ji aliyê ramanî ve serbixwe ye."

'TIFAQA YNK-GORAN EGER JI BO AKTÎFKIRINA SIYASETA DEMOKRATÎK BIMEŞE, WÊ KRÎZÊ ÇARESER BIKE'

Varto li ser tifaqa YNK û Tevgera Goran da xuyakirin, ku sedema bingehîn a pêkhatina vê tifaqê, krîza li Başûrê Kurdistanê ye. Varto got, "PDK mîna AKP'ê dixwaze zextê li civakê bike û bi vî rengî siyasetê dimeşîne. Hemû organên hikûmetê did estê PDK'ê de ne û li gorî vê yekê dixebite. Partiyên din di parlamentê de cih digirin, lê hebûna wan bi tenê şeklî ye. Bêguman dewamkirina vê rewşa PDK'ê, partiyên din aciz kir. Û nerazîbûn li hemberî vê hat nîşandan."

Serhat Varto destnîşan kir, eger ev tevgera bi hev re ya YNK û Goran ji bo aktîfkirina siyaseta demokratîk bê meşandin wê hem krîzê çareser bike, hem jî tevkariyeke mezin li yekîtiya Kurdan a neteweyî bike.

'NAXWAZIN NAVÊ HPG Û YJA STARÊ DI BELGEYEKE NAVNETEWEYÎ DE BÊ NIVÎSANDIN'

Berdevk Serhat Varto li ser belgeya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî komkujiya Şengalê de ku navên HPG û YJA Starê nayên nivîsandin, ev nirxandin kir:

"Yê ku destpêkê dest li komkujiya Şengalê werda HPG bû. 7 gerîlayan dest lê werdan. Piştre hêzên din giraniya xwe danîn ser. YPG û YPJ'ê mudaxle kirin. Ev yek jî hesasiyetên siyasî nîşan dide. Çima mafê HPG û YJA Starê nayê teslîmkirin? Ji ber ku Tirkiye li dijî vê derdikeve. Tirkiye navxwaze navê HPG û YJA Starê di belgeyeke navneteweyî de bi cih bibe. Lê belê tevahiya cîhanê ev rastî dît. Ji roja destpêkê heta îro, tevgera me têkoşîneke mezin da û vê têkoşîna xwe didomîne. HPG û YJA Starê bi dehan şehîd dan. Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî, nirxên mirovahiyê dikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Ji xwe pirsgirêka herî mezin jî ev e. Pêwîste ev zêhniyet ji holê bê rakirin û mafê her kesî bên teslîmkirin. Eger destek ji hêzên demokratîk re were dayîn, ku pêşengê van hêzan tevgear me ye, wê ev yek bi kêrî demokratîkbûyîna Rojhilat Navîn were."

'YA KU PDK Û AKP DIKE, YEK E'

Li ser gefên PDK'ê yên ji bo girtina Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa dixwe, Varto wiha axivî:

"Hiqûq û edalet mijarên bi hev ve girêdayî ne, lê belê divê ev di zikhev de neyên dîtin û nirxandin. Ev xetere ye. Di mijara vê xeteriyê de Tirkiye mînak e. AKP dixwaze desthilatdariya xwe zexm bike. Ji bo vê jî hemû hêza xwe bi kar tîne. Hêzên leşkerî, çapemenî, dadgehan bi kar tîne û zextê li siyaseta Kurd dike, parlamenteran digire. Destnedana parlamenteran radike, ne tenê li hemberîs iyasetemdaran, li dijî rojnamevan, akademîsyen bi kurtasî li hemberî her kesî hemû hêza xwe bi kar tîne. Ya ku niha li vir tê kirin û ya li Tirkiyeyê tê kirin, yek e. Ev rê li ber du tiştan vedike. Êdî siyaset heta demokratîk nebe wê weke qadeke têkoşînê ya ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî neyê dîtin. Di vir de siyaset veguheriye meydana ji holê rakirina hev. Hiqûqa ku weke qadeke edaletê tê dîtin, eger weke amûrekê bê bikaranîn, hingî baweriya kesî bi hiqûqê namîne. Di vir de hem saziya siyasetê, hem jî saziya edaletê winda dikin. Ev ji bo civakekê gelekî xetere ye. Ya ku îro li Başûrê Kurdistanê tê kirin, ev e. Ev rêbaz rêbazeke şaş e. PDK û Goran xwedî pirsgirêkên siyasî ne, lê ev yek divê bi siyasetê were çareserkirin. Eger tu rabe hewl bide pirsgirêkên siyasî bi rêya dadgeriyê çareser bike, hingî ev şaş e û ne ya qebûlkirinê ye. Ev yek wê zerareke mezin bide siyaset û edaleta li nava civakê. Rê û rêbazeke têkoşîna siaysî heye. Girîng e her tişt li gorî ûsilê xwe bê kirin. Têkoşîna siyasî jî bi gel re tê meşandin."

Berdevkê Têkiliyên Derve yên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Serhat Varto herî dawî ambargoya PDK daniye ser Rojavayê Kurdistanê nirxand:

"Ji bo Kurdan pêwîstî bi siyaseteke neteweyî, demokratîk û serbixwe heye. Eger ev were kirin, wê hemû pirsgirêkên Kurdan çareser bibe û hemû mafên xwe bi dest bixin. Kurd di rewşeke bi vî rengî de dikarin bibin pêşeng ji tevahiya gelên li Rojhilata Navîn re. Lê siyaseta PDK'ê ya li ser Rojava, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn li ser vê bingehê nehat rûniştandin. Bi taybetî bi AKP û Tirkiyeyê re hevkariyeke stratejîk kir. Her kes bi AKP û Erdogan dizane. Yên ku di roja îro de dijminatiya li Kurdan a li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê xwedî dike, AKP/Erdogan e. Ne tenê PKK'ê dixwaze tevahiya gelê Kurd û her tiştên bi navê Kurdîtiyê ji holê rakin. PDK'ê jî bi AKP/Erdogan re hevkarî kir, siyaseta xwe pê ve girê da. Lewma hikûmeta Erdogan li Bakur çi kir, PDK jî li Başûr heman tişt kir. Erdogan li ser sînorê Rojava xendek kola, li Başûr jî PDK'ê heman tişt kir. Wan ambargo danîn ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê, li Başûr jî heman tişt hat kirin, deriyê Sêmalka hat girtin. Ev yek ne siyaseteke neteweyî ye. Li holê siyaseteke ku Kurdan qetil dike heye û PDK jî dibe hevparê vê siyasetê. Ev yek şaşîtiyeke mezin e."