Ji Komîteya TŞYG’ê ya Ewropayê banga boykotkrina turîzma Tirkiyeyê
Komîteya TŞYG’ê ya Ewropayê bang li gelên Ewropayê kir ku yek ji lingê aboriya dewleta Tirk, sektora turîzmê boykot bikin.
Komîteya TŞYG’ê ya Ewropayê bang li gelên Ewropayê kir ku yek ji lingê aboriya dewleta Tirk, sektora turîzmê boykot bikin.
TŞYG’ê bang kir, li Tirkiyê hemû sepanînên turîzmê û çûnûhatinê yên ku hatineke wan li aboriyê heye werin protestokirin û divê ev weke têşeyekî têkoşînê were dîtin û bi awayekî çalak pêkanîna vê peywirê were bicihanîn.
Komîteya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ya Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, hemû teşeyên erênî yên ku têkoşîna çekdarî xurt dikin, ku têkoşîna çekdarî di têkoşîna serweriya siyasî de bivênevêyek e, ji hêla sosyalîstan ve divê li gorî têkoşînê nêzîkatî lê were kirin û pratîzekirina vê, ji hêla şoreşgeran ve ya herî rast e.
Komîteyê diyar kir, ji bo xurtkirina israra rewabûna têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk a faşîst, di her qadê de divê têkoşîn were xurtkirin û ev bibe peywira sereke û wiha pê de çû, ‘’Peywira li ser me ew e ku em li hemberî şerê giştî yê îmha û komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst, li dijî polîtîkayên komkujiyê ku li ser neteweya Kurd tê ferzkirin, li dijî tijekirina çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên Elewî, li dijî ekonomiya rantê ya bi talana xweristê, li dijî yasayên hêza erzan a kar ku karkeran dike kole û taşeronkirinê, li dijî cihêtiya zayendî ku mafê jiyanê ji LGBT’yiyan re nahêle, li dijî pergala perwerdehiyê ku xwendekaran wekî xizmetkarê kapîtalîzmê digihîne û ya yekparêz-şovenî û dij-zanistî, li hemû qadan têbikoşin.
Hate diyarkirin, paralelî şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam e û guherîna bilez a hevsenga hêzê ku yek ji encama şerê li Rojhilata Navîn e, serwerên xwedanê polîtîkayên Osmanî ku di qada navnetewî de têşikîn û berdevkên wan ên vê serdemê ji bo ku serweriya hikûmeta AKP’ê biparêzin bi berzkirina gotinên yek dînî, yek welatî, yek alî polîtîkayên bi armanca îmha û talan û komkujiyê li Bakurê Kurdistanê dane şixulandin.
Komîteyê diyar kir, heman demê Komara Tirkiyê ku li dijî baweriyên ku têne çewisandin û çînan polîtîkayên dorlêpêçanê daye şixulandin, li dijî hemû dijberên xwe bi tank û çek û TOMA û daraza xwe şer ragihandiye û wiha pê de çû: ‘’TC, parlamentoya ku rûpoşa faşîzmê ye jî ji nedîtî ve tê ketiye pêvajoya girtina parlamenterên HDP’ê, li Bakurê Kurdistanê bêyî ku cihêtiyê bixê nav zarok, jin û kalan hemû rêbazên hovitiyê bi kar anîn.
Li dijî polîtîkayên dîktatoriya faşîst ên şer û komkujiyê ku li jorê bi qutebirî jî me hewl da vebêjin, di hemû qadan de, resenî xwe divê amûrên têkoşînê werin afirandin û tevî jiyanê were kirin. Berpirsyariya hevparbûna bi têkoşîna ku li dijî faşîzmê û mêtingeriyê rahiştiye mawzera xwe û xwe li çiyê xistiye, bi zarokên ku kevir davêjin tankan û bi şerê jinên ciwan ku li ser xendekan li dijî artêşa dagirker li ber xwe didin, divê em li hemû qadê hilgirin ser milê xwe. Dewleta Tirk a faşîst ku bi şerê qirêj re, ku li ser gelê me dimeşîne, baş tengezar bûye û ji hêla ekonomîk ve hatiye ber îflasê, bi turîzmê bang li karkirina dike da ku di betlaneya cejnê de werin welêt. Ev kêferata wê ye ku bi vê dixwaze xwe tengezariya xwe ya leşkerî û aborî xilas bike û hinekî hilmê bistîne, divê vê fersendê nedin.
Bi vê helkeftê em bang li hemû gelê xwe yên li Ewropayê dikin sektora turîzmê, ya ku lingek ji lingê aborî yê TC’yê ye boykot bikin. Li Tirkiyê hemû sepanînên turîzmê û çûnûhatinê yên ku hatineke wan li aboriyê heye werin protestorkirin û divê ev weke têşeyekî têkoşînê were dîtin û bi awayekî çalak pêkanîna vê peywirê were bicihanîn. Di vî teşeyê çalakiya protestoyî de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê hevrêyên me, malbatên me, şoreşger û gelê me yê welatparêz.
Pêşî divê em ji xwe destpê bikin, boykotkirina seyehetên bi armanca betlaneyê û turîzmê yên ber bi Tirkiyê ve wê di aboriya Tirkiyê de krîzeke girîng pêk bîne. Têkoşîna li dijî aboriya dewleteke faşîst û komkuj parçeyek ji têkoşîna şoreşgerî ye. Berpirsyariyeke şoreşgerî ye ku ev helwesta me ya boykotê weke têşeyekî çalakiyê were dîtin û li dijî faşîzmê jî helwesteke cidî ya siyasî ye. Divê ev çalakî wekî kampanyayekê were dîtin û di heman demê divê em vê helwesta xwe li welatê ku em lê dijîn ji gelan re jî bibêjin û em bang li wan jî bikin û wan bikin hevparê vê helwestê. Bi vê armancê divê bi hemû saziyên demokratîk-pêşverû re têkilî were danîn, bi afîş û danezanan xwe bigihînin beşekî berfireh û were armanckirin ku kampanyaya me bi awayekî hîkar were domandin.’’