Ji gerîlayên HPG’ê li Bedlîsê çalakî
HPG’ê da xuyakirin ku 27’ê Hezîranê li girê Hêrvîs ê girêdayî Bedlîsê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sabotajê li dar xistine. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de 2 leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye.
HPG’ê da xuyakirin ku 27’ê Hezîranê li girê Hêrvîs ê girêdayî Bedlîsê li dijî leşkerên Tirk çalakiya sabotajê li dar xistine. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de 2 leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 23’yê Hezîranê artêşa Tirk li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonekê kiriye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê li dijî baskê operasyonê çalakî li dar xistine û wiha dewam kir: “23’yê Hezîranê artêşa TC li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonekê kiriye. Heman rojê saet 05.00’an, hêzên me li dijî baskê operasyonê çalakiyek li dar xistine û li vir leşkerek hatiye kuştin. Saet 20.00’an jî helîkopterên Kobra li qadê dan. 24’ê Hezîranê saet 08.30’an balafirên şer qad bombe kirin. Operasyon, 25’ê Hezîranê vekişiyaye. Artêşa TC li qadê gundê Xetasor jî dan valakirin.
LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKIYA SABOTAJÊ
27’ê Hezîranê li dijî leşkerên li girê Hêrvîs ê girêdayî Bedlîsê ku di nav tevgerê de bûn, hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine navçeya Tetwanê. Piştî çalakiyê qereqola Hêrvîsê qadên derdora xwe da ber hewan û tankan. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 gerîlayên me yên li Tetwanê şehîd ketine hatiye lidarxistin.
LI ÇEWLIKÊ TEVGERA HELÎKOPTERAN
26’ê Hezîranê saet 13.00-16.00’an û saet di navbera 22.00’an û 27’ê Hezîranê 04.00’an de li qada Kizilagaç a Çewlikê pêgerên hewayî yên keşfê geriyane, heman demê navbera navçeyên Kanîreş û bajarê Çewlikê de bi piştgiriya helîkopterên Kobra de tevgera helîkopterên Skorsky çêbûne. Her wiha, artêşa TC îro saet 07.00’an li rêya mabeyna Kanîreş û Çewlikê de nuqteyên kontrolê danîne.
25’ê Hezîranê danê sibehê artêşa TC li mintiqa Çiyayê Filleha û Bestê Meryemê yên girêdayî qada Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kiribû. Me di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku hêzên gerîlayên me li hember hêza operasyonê çalakî li dar xistine. Hêzên me yên piştî nîvro di nav tevgerê de bûn û leşker hevrû hatine û şer qewimîne. Di şer de hevalekî me bi şerekî lehengî gihiştiye şehadetê. Her wiha, artêşa TC li qada ku ji gundê Sêgirka heta qûntarên Çelê Nimeja û Bilûzerê di nav liv û tevgerê de ye, li qadê yekîneyên xwe yên veşartî bi cih kirine.
Di navbera 25’ê Hezîranê û 1’ê Tirmehê de artêşa TC gundên Vehê, Anîtos, Bosendê û Pira Şînê yên girêdayî Colemêrgê wek herêmên ewlehiya taybet îlan kirine.
Nasnameya hevalê me yê li Şirnexê gihiştiye şehadetê wiha ye:
Nasnav: Şahan Van
Nav û Paşnav: Hamît Ozoral
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Perî – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Hezîrana 2016’an / Şirnex”