Waliyê Kerkûkê: Kurd ji bo Kerkûkê çi dixwazin, divê êdî bikin
Waliyê Kerkûkê Kerîm bibîr xist, ku hînê statuyeke Kerkûkê nîne û ji siyasetmedarên Kurd xwest, ku di vî warî de gaveke şênber bavêjin û helwesta xwe nîşan bidin.
Waliyê Kerkûkê Kerîm bibîr xist, ku hînê statuyeke Kerkûkê nîne û ji siyasetmedarên Kurd xwest, ku di vî warî de gaveke şênber bavêjin û helwesta xwe nîşan bidin.
Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm, li ser civîneke ku heyeta Herêma Kurdistanê ya li bajarê Necefê de, ku ew bi xwe jî di nava heyetê de amade bû, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Kerîm diyar kir, yek ji xalên bingehîn ên vê civînê Kerkûk bû û got, "Tevî Herêma Kurdistanê hemû waliyên Iraqê û gelek rayedar di civînê de amade bûn. Yek ji mijarên sereke yên di civînê de hatin nirxandin Kerkûk bû. Me di vî warî de gilî û gazinên xwen bilêv kirin."
Kerîm da zanîn, wî di civînê de ragihandiye ku gelê Kerkûkê ji gelek derfetên pêşkêşî eyaletên din ên Iraqê tên kirin bêpar hatiye hiştin, bi vî rengî neheqiyeke mezin li wan tê kirin û got, "Weke ku tê zanîn, di civîna Desteya Wezîran a Iraqê de biryar hatibû girtin ku mûçeyên karmend û teqawîtên li Kerkûkê ji sedî 3 bên kemkirin û ji Heşdî Şebî re bên dayîn. Di civînê de em bi taybetî li dijî vê derketin. Her wiha di biryarnameya hatiye şandin de tê gotin, divê zarokên endamên Heşdî Şebî û polîs û leşkerên Iraqî yên şehîd ketine, di saziyên fermî de werin bicihkirin. Bi ti awayî qala zarokên pêşmergeyên şehîd nayê kirin."
'DIVÊ PARLAMENTERÊN KURD BIBIN ASTENG'
Kerîm da xuyakirin, ku wan li ser vê mijarê nivîseke fermî ji Bexdayê re şandine û got, "Bexdayê ji me re ragihand, ku biryar ji aliyê parlamentê ve hatiye girtin, di dema girtina biryarê de nûnerên Kurdan jî li parlamentê amade bûn û di vê mijarê de acizî û nerazîbûnên xwe nîşan nedane. Parlamenterên me yên Kurd ji ber hin mijarên sivik dikarin parlamentê boykot bikin û vegerin Kurdistanê. Lê belê ji bo parastina mafên pêşmergeyan nikarin qanûneke bi vî rengî asteng bikin û jê aciz jî nabin. Pêwîste parlamenterên Kurd, li pêşiya erêkirina biryarên bi vî rengî yên girîng, bibin asteng."
Kerîm bibîr xist, ku di ser xala 140. re 12 sal derbas bûn û got, "Hê tiştek nehatiye kirin. Pêwîste siyasetmedarên Kurd sekn û helwesta xwe ya di vî warî de nîşan bidin. Gelê Kerkûkê êdî çareseriyeke pratîkî dixwaze. Eger siyaseta Kurd nikaribin Kerkûkê bi ser Herêma Kurdistanê ve girê bidin, wê demê divê çareyeke din ji vê zilm û neheqiya li Kerkûkiyan tê kirin, bibînin."