HPG: Hevalê me Çekdar Şax li ser peywira xwe ye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku gerîlayê HPG’ê Çekdar Şax ê bi navê Ridvan Demîragaç ku 22’yê Hezîranê ragihandibûn ku jiyana xwe ji dest daye, niha li ser peywira xwe ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha anî ziman: “Me dabû diyarkirin ku di 22’yê Hezîranê de di şerê li Tetwanê de 3 hevalên me şehîd ketine. Ev hevrêyên me Dorşîn Viyan, Xeyrî Garzan û Cûdî Makû bûn. Lê, li gorî nûçeya DÎHA’yê dabû diyarkirin ku di 22’yê Hezîranê li navçeya Tetwan a Bedlîsê de di encama gulereşandina tîmên taybet a li ser wesayîtê de gerîlayê HPG’ê Ridvan Demîragaç (Çekdar Şax) şehîd ketiye û cenazeyê wî hatiye girtin. Hevrêyê me Çekdar Şax niha li ser peywira xwe ye. Cenazeyê ku malbata hevrêyê me Damîragaç a bi nirx wergirtiye jî aîdî hevalekî me yê din ê şehîd e.”