YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 2 hevrêyên wan di şerên li Şedadê yên li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 2 hevrêyên wan di şerên li Şedadê yên li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 25’ê Hezîrana 2016’an de li herêma di navbera gundên Malha û Mekmen ên girêdayî Şedadê de, di navbera şervanên YPG’ê yên ku di nav QSD’ê de cih digirin û çeteyan de şer derket. Di şer de 2 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di daxuyaniya Navenda YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di 25'ê Hezîrana 2016'an li herêma di navbera gundên Malha û Mekmen ên girêdayî Şedadê de, di encama şerê di navbera yekîneyên me ku di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cih digirin ku parastina herêman dikin û çeteyên DAIŞ’ê de şer derketin. Li vir 2 hevrêyên me heta kêliyên dawiyê bi qehremanî li hember êrîşên çeteyan li ber xwe dan û gihiştin şehadetê.
Li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de ji malbata her 2 pakrewanan, ji tevahî gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin. Şehadeta hevrêyên me sedemek din e ku soza bihêzkirina doza azadîxwaziyê li Rojavayê Kurdistanê nû bikin û bi bilindkirina têkoşîna xwe hêvî û armancên şehîdan pêk bînin.”
Nasnamên şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Denîz Rojhilat
Nav û Paşnav: Nîhat Dilver
Navê Dayikê: Gulçîn
Navê Bav: Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Selmas
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedad/ 25.06.2016
***
Nasnav: Merwan Reş
Nav û Paşnav: Merwan Selman
Navê Dayikê: Hena
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedad/25.06.2016