Meclîsa Arfêd (Til Rifat) hat îlankirin
Îro di civîna ku li bajarokê Dêr Cemal hate lidarxistin de di pêşengtiya Meclîsa Rêveberiya Herêma Şehbayê de Meclîsa Arfêd (Til Rifat) hat îlankirin.
Îro di civîna ku li bajarokê Dêr Cemal hate lidarxistin de di pêşengtiya Meclîsa Rêveberiya Herêma Şehbayê de Meclîsa Arfêd (Til Rifat) hat îlankirin.
Di civînê de Nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Konseya Netewî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Meclîsa Rûspiyan a Herêma Şehba û Rêveberên Meclîsê amade bûn.
Di civînê de Serokê Meclîsa Rûspiyên Herêma Şehbayê Cemal Elo, Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Alaedîn Xelîs û ji Rayedarên Konseya Jinan Delal Elo axivîn.
Qisekeran îlankirina Meclîsa Tik Rifetê pîroz kirin, bal kişand ser girîngiya yekîtiya di nava gelan de.
Qisekeran da zanîn ku meclîs ji bo çareserkirina pirsgirêkan nuqteyeke bingehîn e û ji bo ewlekariya herêmê û parastinê pir girîng e.
Mistefa Bekûr û Sewsen Hemo bûn Hevserokên Meclîsa Til Rifat.
Di civînê de bang li QSD’ê hat kirin ku herêma Şehba ji çeteyên DAIŞ’ê û SÛK’ê paqij bikin.
Di Meclîsa Til Rifat a ku ji 17 rêveberan pêk tê, 5 ji wan jin in.