Zarokekî Efrînê bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû
Leşkerên dewleta Tirk zarokekî Efrînê yê 14 salî birîndar kirin.
Leşkerên dewleta Tirk zarokekî Efrînê yê 14 salî birîndar kirin.
Zarokê bi navê Xebat Ebdullhenan Îbo (14) ê ji gundê Meydan ê navçeya Racoyê, gava hewl dida derbasî Tirkiyeyê bibe, bû hedefa guleyên leşkerên Tirk.
Mirovên li derdorê, zarokê ji lingê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn, rewşa tenduristiyê ya zarokê birîndar, giran nîne.