Hevserokê MEYA-DER Şaxê Bedlîsê Karababa hat binçavkirin

Hejmareke zêde ya tîmên taybet avêtin ser mala Hevserokê MEYA-DER Şaxê Bedlîsê Nîhat Karababa û ew binçav kirin.

Hejmareke zêde ya tîmên taybet avêtin ser mala Hevserokê MEYA-DER Şaxê Bedlîsê Nîhat Karababa û ew binçav kirin.

Danê vê sibehê, li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê çeteyên Qesrê bi ser mala Hevserokê MEYA-DER Şaxê Bedlîsê Nîhat Karababa de girtin. Di serdegirta li taxa Kulturê de Karababa hat binçavkirin û ew birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê. 

Sedema binçavkirina Karababa yê niha li Midûriyeta Emniyetê tê ragirtin, nehat hînbûn. Her wiha çeteyan deriyê avahiya MEYA-DER a Bedlîsê şikandin û hê li avahiyê lêgerînê dikin.