YPG: Êrîşên çeteyan didomin
YPG der heqê şerêli Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên çeteyan ên di bin sîwana qaşo Koalîsyona Sûriyeyê de didomin.
YPG der heqê şerêli Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên çeteyan ên di bin sîwana qaşo Koalîsyona Sûriyeyê de didomin.
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrîşên komên çete yên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin. YPG daxuyand ku êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin sîwana Koalîsyona Sûriyeyê de bi ser Taxa Şêx Meqsûdê de didomin. Navên komên çete di duxuyaniyê de wiha hate dayin: ‘’Wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 26’ê Hezîranê derengiya şevê komên çeteyan li dijî Taxa Şêx Meqsûd bi topên hawan û cehenemê êrîş anîne û vê êrîşê ta ber destê sibehê berdewam kiriye û wiha pê de çû: ‘’ Komên çeteyan 25’ê Hezîranê saet 15.00 û 26’ê Hezîranê ji saetên siharê heta pişt nîvro bi topên hawan û cehenemê êrîş birin li ser gundê Celemê û derdora wê ya giredayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.’’
Dîsa di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 25’ê Hezîranê saet 12:00- 15:00’an çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran êrîş birine ser gundê Malha ya dikeve başûrê Şedadê û gundê Bîrmilihan ya dikeve rojavayê Şedadê ya giredayî Hesekê.
Di daxuyaniyê de hat gotin bi mebesta ku êrîşên çeteyan bişkînin bi ruhekî fedaî şer kirine û di encamê de hevalên wan şehîd ketine. Her wiha hate diyarkirin ku ji komên çete gelek jê hatin kuştin û birîndar bûne û ev agahî hatin dayin: ‘’Komên çeteyan heman rojê di saetên siharê jî di herêma dikeve navbera gundên Malha û Mekmen de êrîşek li dar xistin. Piştî êrîşê di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer rû da. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. 2 hevalên me ku di şikandina êrîşê çeteyan de bi lehengî şer kirin, gihiştin şehadete.’’
Herî dawî YPG’ê diyar kir, 26’ê Hezîranê nîvroyê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî rojhilatê başûr a bendava Tişrîn û heman rojê saetên şevê de li dijî bajaroka Şêxler ên giredayî Kobanê bi çekên giran du êrîşên cuda li dar xistin û di heman rojê saet 03:30’an jî çeteyên DAÎŞ’ê li rojavayê bajarokê Eyn Îsa êrîşek li dar xistine û piştî destwerdana hêzên wan li qadê şerekî demkurt qewimiye. Piştî vê şerî komên çeteyan ji qadê reviyane.