Ji 74 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin 37 kes hatin berdan

Ji 74 kesên ku li dijî êrîşên leşkerî û şewitandina daristanan a li Licê dixwestin biçin herêmê, 37 kes hatin berdan.

Karûbarên 37 kesên mane jî hê li emniyetê didome.

Ji 74 kesên ku di nav de hevşaredarên HDP û DBP’ê jî hebûn, ji bo li djiî operasyonê leşkerî û şewitandina daristanan a li navçeya Licê ya Amedê di şeva 25’ê Hezîranê ber bi navçeyê ve ketin rê û di ketina navçeyê de hatibûn binçavkirin, 37 kes hatin berdan.

37 kesên bi îdîaya “Alîkarî dane rêxistinê”, piştî kontrola li nexweşxaneyê û şûn de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê 25 kes serbest hatin berdan. 12 kesên ku bi daxwaza girtinê jî sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan.

Navê hinek kesên ku serbest hatin berdan wiha ne: “Nalan Gozen, Ozlem Noyan, Rezan Ay, Arzû Akşahîn, Bermal Bîrtek, Celîle Akgul, Dîlfîkar Doger, Fîkriye Tanrikûlû, Gulçîn Bozkûş, Gulîstan Kiliç, Hasîne Alak, Hasret Akay, Hayat Akyol, Halîme Bayram, Kadriye Ozcanlı, Afîfe Kolakan, Abdulah Dengîz, Afîf Dûrgaç, Ahmet Înmez, Îzzet Evrûk, Kerem Canpolaten, Mazlûm Îldan, Mehmet Aslan, Mesût Tûra û Mûstafa Heval Candan.”

Li aliyê din karûbarên 37 kesên din hê jî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê dewam dike û hat diyarkirin ku wê sibehê sewqî edliyeyê bên kirin.