Ciwanên Rojava xwe li dijî hemû êrîşan bi rêxistin dikin

Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Ahmed Metlûl da xuyakirin, ku ciwanên li Rojava, li dijî êrîşên siyasî û leşkerî xwe bi xurtî bi rêxistin kirine.

Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Ahmed Metlûl da xuyakirin, ku ciwanên li Rojava, li dijî êrîşên siyasî û leşkerî xwe bi xurtî bi rêxistin kirine.

Ahmed Metlûl potansiyel, pirsgirêkên heyî û xebatên ciwanên li Rojavayê Kurdistanê, ji ANF'ê re nirxand.

Metlûl diyar kir, ew xwedî potansiyeleke çalak a ciwanan e ku dikarin li Rojava pêşengiyê bike û got, "Li Efrîn, Kobanê û Cizîrê meclîsên me ava bûn. Bi wan ve girêdayî komîte hatin damezrandin. Ev yek potansiyela me ya xebatê ye. Di heman demê de girseyeke me ya zane heye, ku li dora vê hêzê li hev civiya ye. Em hewl didin temamiya girseya ciwanan a li Rojava li dora xwe bicivînin."

'LI DIJÎ CIWANAN ŞEREKÎ ÎDEOLOJÎK TÊ MEŞANDIN'

Ahmed Metlûl da xuyakirin, ku mîna li gelemperiya cîhanê li Rjohilata Navîn jî 24 saetan êrîşên exlaqî û wijdanî yên modernîteya kapîtalîst li hemberî ciwanan heye û ragihand, bi vî rengî hewl tê dayîn ciwan ji civakê bên qutkirin û ji berpirsyariyên xwe bên dûrxistin.

Metlûl got, "Li Rojavayê Kurdistanê jî, hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve şerek heye. Ji aliyê leşkerî ve, DAIŞ, dewleta Tirk û hêzên mîna wan bi rengekî şênber êrî dikin. Yanî şerekî ji bo tinekirinê tê meşandin. Lê pirsgirêka bingehîn, şerê îdeolojîk e.

HEWL TÊ DAYÎN ROJAVA BÊCIWAN BÊ HIŞTIN

Di vî şerê îdeolojîk de mebesta me, polîtîkaya bêciwan hiştina Rojava ye, ku Ewropa û dewleta Tirk destekê didin vê polîtîkayê. Yanî hewl didin ciwanan ber bi Ewropayê ve bikişînin. Bi qutkirina ji welatê xwe ve dixwazin rastiyeke Rojava ya bêciwan bafirînin. Ev yek jî bi giranî bi rêya înternet, telefon, televîzyon û hwd. tê kirin. Her roj yan jî her deh rojan carekê bi dehan ciwan, li ser rêya Ewropayê di nava deryayê de dixeniqin. Ji ber ku Ewropa weke cihê azadiyê ji wan re tê nîşandan. Halbûkî ev azadî nîne, azadiyeke pûç e. Ev pirsgirêka bingehîn e. Niha li Rojava bi rastî jî li dijî vê em têdikoşin. Û ev yek şerekî îdeolojîk e. Êrîşên herî giran niha ji aliyê îdeolojîk ve tên meşandin. Ev yek jî pirsgirêkek îdeolojîk e."

'BI ZANEBÛNÊ VE EV ŞERÊ ÎDEOLOJÎK DIKARE BÊ PÛÇKIRIN'

Ahmed Metlûl anî ziman, ew li hemberî van hemûyan têdikoşin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo pênasekirina pirsgirêkê divê pirsgirêk ewilî bê dîtin. Girîng e têgihiştinek bafire. Yanî bi zanebûna civakê ve ev şerê îdeolojîk dikare were pûçkirin. Civak û ciwanek çiqasî xwe zane bike û xwe nas bike, wê ewqasî bi xurtî xwe li hemberî pirsgirêkan biparêze. Ji bo afirandina hişmendiyê, pêşketina zêhniyetê, asoyekî fireh divê."

EM CIWANAN TIMÎ PERWERDE DIKIN, BI RÊXISTIN DIKIN

Endamê Koordînasyona YCR'ê Ahmed Metlûl da xuyakirin, ku hişmendî jî bi rêxistinbûyînê dibe û got, "Çiqasî rêxistinê kûr bike û bi pêş de bibe, bi perwerdeyê çiqasî xwedî bike, wê hişmendî jî ewçend xurt bibe. Yanî em dikin, rêxistinkirin û perwerde ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, em rêxistinbûnê esas digirin. Em xwe digihînin her beşên civakê, li ku ciwanek hebe em wê/î bi rêxistin dikin û tevlî vê sîstemê dikin. Li ku dijî bila bijî, şert û mercên xwe yên jiyanê çi dibe bila bibe, em wê/î tevlî sîstema rêxistinbûyî dikin. Yên xwe bi rêxistin neke, hedefa hemû êrîşan e. Lewma ji bo hişmendî û rêxistinbûyînê em giraniyê didin ser perwerdeyê. Ji bo ji holê rakirina bandor û polîtîkaya sîstemên heyî ya li ser ciwanan, em ciwanan timî perwerde dikin."

YEK JI XEBATÊN ME YÊN BINGEHÎN, KARÊ LEŞKERIYÊ YE

Metlûl işaret bi pirsgirêkên, leşkerî, civakî, tenduristî û perwerdeyê yên civakê kir û destnîşan kir, ku ciwan ji çareserkirina van hemû pirsgirêkan xwe berpirsyar dibînin û di vî warî de gavê davêjin.

Metlûl şert û mercên şer ên li Rojavayê Kurdistanê bibîr xist û got, "Hê nîqaş tê kirin, bê rewş wê çi be. Bêguman me sîstema xwe ava kirine. Parastina vê sîstemê ji bo me girîng e. Yên ku vî karê parastinê bikin jî bêguman ciwan in. Lewma yek ji xebatên bingehîn ên ciwanan ên ji bo parastina sîstema xwe, karê leşkerî ye."

EM HEWL DIDIN SÎSTEMA DEMOKRATÎK XURTIR Û MAYÎNDE BIKIN

Metlûl diyar kir, ew hemû gelan û ciwanan bi rêxistin dikin û got, "Mînak ez bi xwe ji pêkhateya Ereb im. Di nava rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê de, mafê hemû gelan heye ku sîstema xwe ava bike û xwe bi rê ve bibe. Li ser bingeha komunal a demokratîk mafê hemû gelan e bi rengekî wehkev û hevpar tevbigerin, bijîn. Sîstema me sîstemeke bi vî rengî ya demokratîk e. Felsefe û esasê vê sîstemê ev e. Bêguman em hewl didin vê sîstemê pratîkê de xurtir û mayînde bikn."

...