Li mala emîrê çete yê Rûs gelek dokûman bi dest ketin

Piştî ku Embara Genim a Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, karê lêgerîn û paqijkirinê destpê kir. Li mala emîrekî çete yê Rûs de gelek dokûmanên bi Rûsî û Erebî bi dest ketin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ku Embara Genim a Minbicê ya stratejîk ji çeteyan paqij kirin, dest bi karê lêgerîn û paqijkirinê kirin. Li mala emîrekî çete yê Rûs de gelek dokûmanên bi Rûsî û Erebî bi dest ketin.

Di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya di 1'ê Hezîranê destpê kir de, Embara Genim a Minbicê, ku xwedî girîngiyeke stratejîk e hat rizgarkirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li taxa embara gehim lê ye dest bi karê lêgerînê kir. Di dema vê lêgerînê d emala emîrekî çete yê Rûs hat dîtin.

Li vê mala ku weke navenda çeteyan dihat bikaranîn, gelek dokûmanên bi zimanên Rûsî û Erebî hatin dîtin. Her wiha gelek nivîs li ser dîwarê xanî hatiye nivîsandin.

Tê zanîn, çeteyên DAIŞ'ê piştî ku herêm dagir kirin, Kurd bi zorê ji herêmê derxistin û dest danîn ser malên wan. Hat hînbûn, ev mala ku emîrê çete yê Rûs dest daniye ser, mala welatiyekî Kurd e.