'Şaredarî piştî pêvajoya çareseriyê hedef hatin girtin'
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên li ser wezîfedarkirina qeyûm da û diyar kir, Şaredariya Êlihê ya di pêvajoya çaerseriyê de ji aliyê payebilindên AKP'yî ve jî dihat ecibandin, piştî vê pêvajoyê hedef hatiye nîşandan.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH
sêşem, 28 pûşperê 2016, 07:08
Herî dawî, Wezîrê Karên Hundir ê tirk Efkan Ala hat Êlihê û şaredarî hedef nîşan da. Hevşaredar Ozdemîr nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Ala da û diyar kir, darbeya AKP'ê ji aliyê hemû gelan ve tê dîtin.
'JI MEZINBÛNA HDP'Ê TIRSIYAN Û ŞER DAN DESTPÊKIRIN'
Ozdemîr da xuyakirin, hikûmeta AKP'ê bi zanebûn meseleya qayûmê xistiye rojevê û got, "Hikûmetên ku timî mijûl dike û rê li ber neçareseriyê vedikin, gava daxwazên xwe derdixînin asta herî bilind, rûyê bêrehm ê dewletê yê li dijî Kurdan nîşan didin. Beriya 7'ê Hezîranê, HDP'ê bi atmosfera afirandî re, firsendeke girîng ji bo demokrasiya Tirkiyeyê derxist holê. Hikûmeta AKP'ê, projeya Tirkiyebûnê ya HDP'ê weke xeteriyeke siyasî nirxand û vê carê bi operasyonên qirkirina siyasî xwest Kurdan û HDP'ê biqedîne. Desthilatdariya AKP'ê dît, eger li pêşiya HDP'ê astengiyeke siyasî nebe, pêkane di hilbijartina pêş de bibe hevparê koalîsyonê. Desthilatdariya AKP'ê lewma xwe radestî Ergenekoniyan kir û li hemberî HDP'ê û Şaredariyên DBP'yî dest bi êrîşên qirkirina siyasî kir."
Ozdemîr da zanîn, desthilatdariya AKP'ê ji bo amadekariya darbeyek li hemberî şardariyên herêmê, atmosfereke xapandinê dafirîne û got, "Di salên 1990'î de ji bo rakirina hevalên me yên şehîd ketine, me carna mirov neditînin. Lê belê nepêkan e ku dilsoziya gel a bi vê partiyê ve qut bibe. Di 7'ê Hezîranê de bi 80 parlamenteran em li Meclîsê hatin temsîlkirin. Ev yek serketina siyasî ya HDP'ê ye. Ev çend meh in, ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî, rewş û têgihiştineke xanandinê tê afirandin. Di vê çarçoveyê de desthilatdariya AKP'ê dadgerî û medya xistiye bin kontrola xwe û vê polîtîkaya bêdengkirinê dimeşîne. Hemû xebatên me yên demokratîk terorîze dike û vê atmosfera xapandinê derdixîne holê. Lê haya gelê herêmê ji her tiştî heye."
BILA WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR BÊBEXTIYÊ NEKE, BILA ÎSPAT BIKE
Ozdemîr bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ya li ser alîkariya xezîneyê ya ji bo şaredariya Êlihê û ev nirxandin kir: "Wezîrên her hefteyê tên herêmê, daxuyaniyan didin. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala hat Êlihê û daxuyanî da. Da xuyakirin ku di sala 2015'an de 171 mîlyon TL par hatiye şandin û îdîa kir ku ev pereyê ji Banka Bajaran hatiye şandin, ji bo xizmetê nehatiye bikaranîn. Ev yek nîşan dide bê siyaseteke çiqasî qirêj dimeşînin. Bêyî ku belgeyeke şênber pêşkêş bike, hema dixwaze reş bike. Fermo, mufetîşên wan ji xwe 2 sal in ji nava şaredariyên me derneketine. Em ji Efkan Ala dixwazin, bila vê îdîaya xwe îspat bike. Mufetîş li vir in, ev pere bi ku ve çû ne? Li ku hatine bikaranîn? Di nirxandinên xwe yên li hemberî şaredariyên me de, raporên mufetîşan ên li ser budçeya şaredariyê jî ji nedîtî ve tên. Ev yek jî nîşan dide ku bi 'bicihkirina qeyûman' re dixwazin siyaseteke çawa ya qirêj bimeşînin. Bi ya min be, bila Efkan Ala li Bulent Arinç û Wezîrê Berê yê Enerjiyê Taner Yildiz guhdarî bike. Spasiyên xwe pêşkêşî Şaredariya Êlihê kiribûn û gotibûn, 'bi feraseta şaredariyeke baş, ber bi şaredariya bê deyn ve diçe'. Baş e, çi bû gelo ev polîtîkaya reşkirinê destpê kir û bi rengekî bêbext me sûcdar dikin. Bi darbeya legal bicihkirina qeyûm, wê wan di nava gel de mafdar nîşan nede."
BILA QEYÛM LI QUTIYÊN PÊLAVAN WEZÎFEDAR BIKIN
Ozdemîr bibîr xist, ku eşkere bû Melîh Gokçek parsel bi parsel Enqere firotiye û diyar kir, mufetîşek jî li wir lêkolînê nake. Ozdemîr got, "Desthilatdariya AKP'ê ya ku bi bicihkirina qeyûman ve şaredariyên DBP'yî hedef digire, ji bo lêkolînkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek ê parsel bi parsel Enqere firotiye, mufetîşek jî neşandiye. Gelê me van hemûyan dibîne. Vê hikûmetê hesabê pereyên li qutiyên pêlavê, bertîlên gritine, saetên ji mîlyon dolarî nedaye. Hikûmeta AKP'ê darbe li medyayê, li dadgeriyê kiriye. Vê rejîmê darbe li hemberî mûxalîfên vî welatî kiriye. Gelê me di vî warî de gelekî zane ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze zextê li gel bike û vîna gel bixe bin kontrola xwe.
PLANÊN A, B, C, D, E YÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DI DEWRÊ DE NE!
Hevşaredar Ozdemîr da xuyakirin, ku ji ber tevlîbûna li daxuyaniyeke çapemeniyê ew ji wezîfeyê hatiye girtin û diyar kir, planên a, b, c, d, e yên pêvajoya çareseriyê di dewrê de ne. Ozdemîr got, "Em ji aliyê Wezîrekî Karên Hundir ê berî 7 mehan hatibû wezîfedarkirin, ji wezîfeyê hatibûn girtin. Bi rengekî neheqî em ji wezîfeyê girtin. Serê du mehan carekê ev dûrxistina ji wezîfeyê tê dirêjkirin. Bêguman em li dijî vê derdikevin. Lê em giliyê kê li cem kê dike? Fikareke bi vî rengî jî derketiye holê. Dûrxistina me ji wezîfeyê karekî bêhiqûqî ye. Eger me karekî nelirêt û dizî kiribûna û di vê der barê de lêpirsîn li hemberî me hatibûya vekirin, wê Wezareta Karên Hundir ji bo selameta lêpirsînê em ji wezîfeyê bigirta û piştî bidawîbûna lêpirsînê biryar bida. Lê belê, ji ber ku em tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê ya ku di çarçoveya azadiya ramanê de tê dîtinb ûne, em ketin ber lêpirsînê û ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Ev nehiqûqî ye. Divê mirov gotinên Recep Tayyîp Erdogan ên beriya qedandina pêvajoya çareseriyê bibîr bixînin. Weke tê zanîn, hemû tîpên alfabeyê jimart û got, 'planên me yên a, b, c, d, e, f hene'. Xuya ye ew planên wî qalê dikir, îro bicih tên anîn."