NÛ BÛ

Obusên leşkerên Tirk welatiyek qetil kirin

Di encama teqîna obusê de ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkerên Tirk li ser şivanan barandin, şivanê bi navê Erkan Olmez (18) ê bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Awusê ya gundê Zawîte ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber obusa leşkerên Tirk, ji du şivanên ku birîndarbûyî, yekî jiyana xwe ji dest da. Zarokên bi navê Erkan Olmez (18) û Serkan Olmez (14) ên ji gundê Zawîte dema li herêma Awusê sewalên xwe diçêrandin, bi êrîşa leşkeran re hevrû man û di êrîşê de her du ciwan bi giranî birîndar bûn.

Welatiyên çûn cihê teqînê zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê. Hat diyarkirin zarokên birîndar kurapên hev in. Serkan Olmez ê bi giranî birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku dermankirina Serkan Olmez li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê didome.